Bi meşa meşaleyî komploya navneteweyî şermezar kirin 2020-02-15 09:29:20   MEXMÛR - Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ciwanên Mexmûrê meşek bi meşaleyî li dar xistin. Di meşê de hat diyar kirin ku divê asta têkoşîn û berxwedanê hîn bilindtir bikin.    Bi minasebeta salvegera komploya navneteyî a li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) ve meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla endamê TCM'ê Îsmaîl Uçer ve hat xandin.   Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Di dîroka hemû gelan de kesên ku pêşeng bûn her tim bi komplo û planên dagirkeran re rû bi rû mane. Tê zanîn Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployek navneteweyî dîl hat girtin û ji wê rojê heta niha li greva Îmralî dîl tê girtin.   Gelê kurd hertim bi êrîşên dewletên desthilatdar re rûbirû mane. Kurdistan bi destê van hêzan li ser çar welatan hat belavkirin. Gelê Kurd û gelek netewên din her tim rastî qîrkirin û komkujiyan hatine. Lê Gelê Kurd tucaran bindestiyê qebûl nekiriye û her dem ji bo welatê xwe serî hildaye. Armancek tenê van serhildanan heye ew jî Gelê Kurd li ser xaka xwe bi çand û zimanê xwe dixwazin azad bijîn.    Serhildana kurdan xwestin bi komployan asteng bikin. Bi dîl girtina pêşengê tevgera azadî plan kiribû ku dawî li vê serhildanê bînin. Lê niha diyar bû ku xwestek vala derketin. Xwestin Abdullah Ocalan ji Gelê Kurd û tevgera azadî qût bikin. Lê bi berxwedana Abdullah Ocalan a li Îmraliyê xewn û xwestekên komplogeran vala derxist.    Em bang li ciwana dikin ku li dijî tecrîdê dakevin qadan. Divê di serî de ciwan û Gelê Kurd li dijî tecrîdê asta têkoşîn û berxwedana xwe hîn bilintir û bihêztir bikin."