Zelal ku hat gotin întîxar kiriye, gelo hat kuştin? 2020-02-15 09:12:24   AMED - Zelal Yilmaz ya 17 salî ku hat îdiakirin ku întîxar kiriye, hat îdiakirin ku rastî şîdeta malbata xwe hatiye û rojeke beriya ku întîxar bike, destê wê girêdayê xistine odeyê û derî li ser girtine.   Li navçeya Yenîşehîr a Amedê di 29’ê çileyê 2020’an de, hat îdiakirin ku Zelal Yilmaz ya 17 salî bi çekê întîxar kiriye. Lê piştî bûyerê îdiayên gelo întîxar e an jî hatiye kuştinê, derketin holê. Dema Zelal rakirin nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl, nûçegîhanên me çûn nexweşxanê lê malbatê hevdîtin red kir. Li ser vê ajansa me lêkolîn kir û hat îdiakirin ku rojeke beriya bûyerê Zelal ji aliyê ap, kal û pîsmamên wê ve rastî îşkencê hatiye û destê wê girêdayê xistine odeyê.   Xizmên wê îdiakirin ku şîdet li Zelalê hatiye kirin   Xizmeke Zelalê ku nexwest navê xwe bide got: “Hevalê mêr yê Zelalê hebû. Malbatê destûr nedida vê rewşê. Ap, kal û pismamên wê şîdet lê dikirin.” Her wiha xizmên wê destnîşan kirin ku du roj beriya bûyerê apê wê Zelal bi zor aniye malê û destê wê girêdayê xistine odeyekê. Her wiha hat îdiakirin ku hevalê wê A. jî ji aliyê malbatê ve hatiye derbkirin û tehdîdkirin. Dê û bavê wê zext nedikirin. Lê apê wê dikir. Em nizanin întîxar kiriye an hatiye kuştin. Lê ger întîxar kiribe jî wekê din riyek din ji Zelalê re nehiştin. Gelek şahid hene lê kes nikare biaxive. Kes naxwaze tevlî karê malbatê bibe.”   Şahikekî din jî diyar kir ku bi bavê Zelalê re axiviye û bavê wê gotiye: “Em dixwazin Zelalê bi kesekî din re bizewicînin. Me ew da zorê. Ji ber wê întîxar kir.” Tevî ku di ser bûyerê re du hefte derbas bû jî malbatê hevdîtin bi kesî re qebûl nekiriye û bersiva telefonan nade. Ev jî naqokî û gumanan mezin dike.