Bi nedayîna cenazeyê Erhan re dixwazin malbatê ceza bikin 2020-02-15 09:09:32   Medya Uren/Rengîn Azîzoglu   AMED - Erhan Olçen di encama operesyona leşkerî de li navçeya Lîceyê jiyana xwe ji dest dabû. Rexmê ku nasnameya wî hatiye eşkerekirin jî ev 105 roj in cenazeyê wî di morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de tê girtin. Dayika Erhan Emîne Olçen bertek nîşanî nedayîna cenazeyê lawê xwe da û wiha got: " Hikûmet dixwaze me ceza bike, lê em ê li hember zilma wan serî netewînin. Ez ê li pey doza lawê xwe bim.”   Erhan Olçen (Rizgar Farqîn) HPG’yî di 3’ê mijdara 2019’an de li bejahiya Lîceya Amed di encama operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Erhan dema agahiya lawê wan jiyana xwe ji dest daye bihîstin di heman rojê de serî li qereqola cendermeyan a Rezanê ya Amedê dan û xwestin ji bo testê xwînê bidin. Li qereqolê bavê Erhan Azîz kurê xwe teşîs kir û di 20’ê Çileya 2020’an de jî ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê da. Li rexmê nasnameya Erhan hatiye eşkerekirin jî cenazeyê wî 105 roj in di Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ya Amedê de tê ragirtin.  Daxwaza hevdîtina malbatê ya bi dozger re tê redkirin û ji wan re tê gotin ku hun ne muhatabê me ne.   ‘Ji ber nasnameya xwe ez dikevim girtîgehan’   Erhan Olçen ê ku lii beşa dermansaziyê ya Zanîngeha Enqereyêde dixwend û piştî ku 3 salên wî li zanîngehê qedyian hat gittin û bi qasî salk û nîv di girtîgehê de ma. Erhan pîştî hate berdan bi mehekê bi hincetên çûç dubare dîsa tê girtin.  Erhan cara duwem jî bi qasî salek û  nîvê di girtîgehê de dimîne. Piştî ji zindanê hat berdan mehek ji derve dimîne û di 8’ê Adara 2012’an de tevlî nava refên tevgera azdiyê dibe. Dayika Emîne diyar kir ku dema ew çûye hevîdtîna kurê xwe ya girtîgehê kurê wê jê rewiha gotiy;  Tenê ji ber nasnameya xwe ya kurdayetiyê hatime girtin û îro li vir im.”   ‘Cendirmeyan got werin beşdarî operasyonê bibin’   Dayika Emîne got  beriya Erhan jiyana xwe ji dest bide cendirmeyan telefonî keça wan a biçûk  kirine û gotine ‘Werin tevlî operasyonê bibin, me birayê te Erhan ê bi nasnavê Rizgar Ferqîn dîtiye. Ew li Lîcê ye. Ger tu werî em ê birayê te bi saxî bînin. Em ji dixwazin werin malê çayek we vexwin.’Lê malbatê ev daxwaz red kirin. Piştî demekê li Lîceyê Operesyon çêdibe û tê gotin ku çend endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Malbatê di demek kurt de serî li qaraqolê dan. Li wir cenazeye Erhan ji aliye bav Azîz ve tê teşîskirin û ji wan re tê gotin ku tenê destura dozger pêwîste ango cenaze hatiye teşîskirin. Lê ev 105 roj in cenaze di morga Nexweşaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de tê ragirtin.   ‘Hun dewletê dixin zererê’   Medîne Olçen ya ku xuşka mezin a Erhan e û di dema teşîskirina cenazeyê birayê xwe de  li wirbû qala nîqaşên li qereqolê derbaz bûne kir. Medîneyê wiha got; “Dema me cenaze teşîs kir ji me re gotin pêwîsti bi testa DNA yê nake, hun dewletê  dixin zererê. Lê ji me re gotin divê destura dozgeriyê hebe. Me bi rojan xwest hevdîtinê bikin em li ber deriyê dozgeriyê rawetiyan. Dema em li gel parêzer çûn jî daxwaza me hat redkirin. Me li ber derî dozger dît ku ew yekser li parêzer zivirî û got ‘hun ne muhatabê minin.’ Bi vî awayî şerekî taybet li ser me tê meşandin. Ew dixwazin vîna me bişkînin. Guhdariya me nakin û li gel wê yeke ji her cihê me serlî lêdaye me şandin ciheke din. Car caran dibêjin em li benda şopa tiliyên wêne. Lê şopên tiliyê jî li gel wan hene. Bi zanabûn me mijûl dikin, ev îşkenceyek ya dewletê ye.”   ‘Erhan ji zilmê re got na’   Dema ku em li gel malbatê bûn xizmên malbatê dihatin serdanê ku 105 roj in şîna malbatê berdewam dikir. Dayika ku dema kes diatin sersaxiyê hestiyar dibû wiha digot: Cenazeyê wî jî nadin min, nahêlin em şîna xwe ji bikin. Di roportajê de jî dayikê wiha destnîşan kir; “Ew dixwazin bi vî rengî me bişkînin, lê divê were zanîn em ê ne bi êrişên wan, ne bi gef ne jî bi zilma wan serî bitewînin. Ez serbilind im, lawê min xwedî kesayetek birûmet bû, wî li hember bindestiyê serî rakir û ji bo ji zilmê re got na jiyana xwe ji dest da . Ez li pey doza wî me û wê tim wisa be. Dewlet zagonan ol û hiqûqê li gorî xwe sererast dike. Çawa bixwaze wisa dike. Ne misillmanetiyê dizanin ne ji zagonan nas dikin.”   ‘Dixwazin min ceza bikin’   Emîne got tişta em dijî zilmek bê hempa ye. Kesê ji vê re bêdeng dimîne ne mirov e. Ji ber ku ev kiryarane kiryarên dij mirovî ne. Emine wiha berdewamkir; "Dixwazin bi dilêşiyê me ceza bikin. Ma ji mirinê zêdetir çi heye, ger kurê min kuştibin û cenazeyê wî jî nadin min ez ê êdî ji çi bitirsim gelo?  Ez dixwazim ku rojek beriya rojekê cenazeye lawê min bidin. Ji vê zilmê re êdî bese.”