'Bi komploya navneteweyî re xwestin rê li pêşiya çareserkirin aloziyan bigirin' 2020-02-15 09:03:35   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman derbarê komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiya  meşandin  axivî. Hêviyê diyar kir ku komplo li ser hemû Gelê Kurd pêk hatiye û wiha got: "Hêzên desthilatdar xwestin bi vê komployê rê li pêşiya fikir û ramanên Rêber Ocalan û çareserkirina aloziyan bigirin. Lê em ê li dijî komployê her li berxwe bidin."    Di 15’ê Sibata 1999’an de gelek dewlet bûn yek û bi komploya navneteweyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîl girtin û radestî dewleta tirk kirin. Ji ber xewin û xeyalên dewletên desthilatdar ew bû ku bi dîlgirtinê projeya netewa nemokratîk di nava gelê Rojhilata Navîn de bi taybet di nava Gelê Kurd de tune bikin. Derbarê salvegera 22’yemîn a komploya navneteweyî Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman nirxandin kir.   ‘Xwestin bi komployê re îradeya gelan lawaz bikin’   Di destpêka gotinên xwe de Hêvî bal kişand ser komploya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiya meşandin û wiha got: "Komploya navneteweyî derbasî sala xwe ya 22’yemîn dibe. Dewletên NATO’yê  bi serkêşiya Emerîka û Rûsyayê ev komplo li ser birêz Abdullah Ocalan meşandin, da ku îradeya gel lawaz bikin. Ev komploya navneteweyî li dijî fikrên azad ên Rêber Apo derket."   ‘Armanc ji komployê ew e ku  hêzên desthilatdar berjewendiyên xwe biparêzin’   Hêvî wiha domad: "Armanca yekem ji vê komployê ew e ku dewletên desthilatdar siyaset û planên xwe yên qirêj  biparêzin. Xwestin fikrê netewa demokratîk tune bikin û gel neçarî siyaseta xwe bikin Her wiha şer li Rojhilata Navîn berdewam bike, da ku her gel di nava qirkirinê de bimînin."   ‘Fikir û felsefeya rêber Apo tevahî gelan himbêz dike’   Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvî diyar kir ku di şoreşa Rojava de fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her di nava gel de kûrtir bûye  û wiha domand: "Tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di bin sîwana projeya Netewa Demokratîk de bi hev re dijîn û her ji bo wekheviya gelan û çareserkirina aloziyên Sûriyeyê têdikoşin."   ‘Çareseriya aloziya Rojhilata Navîn projeya birêz Ocalan e’   Hêvî di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan kir ku xwedî li mafê mirovahiyê derkevin û wiha got:"Azadiya Rêber Ocalan divê bê mîsogerkirin. Ji ber çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn û cîhanê bi giştî bi fikir û felsefeya rêber Apo, pêkan e."