ROJEVA 15'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-15 09:00:00   *Bi boneya 21'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên Kobanê nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Di şexsê Rêber Apo de dijminan xwestin Gelê Kurd bê îrade û nasname bihêlin. Azadiya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Rojhilata Navîn e. Ew ê dijmin negihêjin armanca xwe." DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hêvî Silêman derbarê komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiya  meşandin  axivî. Hêviyê diyar kir ku komplo li ser hemû Gelê Kurd pêk hatiye û wiha got: "Hêzên desthilatdar xwestin bi vê komployê rê li pêşiya fikir û ramanên Rêber Ocalan û çareserkirina aloziyan bigirin. Lê em ê li dijî komployê her li berxwe bidin." DÎMEN HEYE    *Mamoste û Stranbêj Hiyam Al-Mûsa diyar kir ku hunera stranbêjiyê nayê sînorkirin û wiha got:"Bila hemû jin xwedî li hunera xwe derkevin, jêhatîbûna xwe nîşan bidin, hebûn û vîna xwe îsbat bikin. Huner ancax bi ked û xwedîderketina jinê pêş bikeve."DÎMEN HEYE    *Şoreşvanê tevgera azadyê yê HPG’yî Erhan Olçen di encama operesyona leşekrî de li navçeya Lîceyê jiyana xwe ji dest dabû. Rexmê ku nasnameya wî hatiye eşkere kirin jî ev 105 rojin di morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl de tê girtin. Dayika Erhan Emîne Olçen bertek nîşanî nedayîna cenazeyê lawê xwe da û wiha got: " Hikumet dixwaze me ceza bike, lê em ê li hember zilma wan serî netewînin. Ezê li pey doza lawê xwe bim.” DÎMEN HEYE   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku komploya 9’ê Cotmeh û 15’ê Sibatê ji encama ku hatiye plankirin û xwestin dûr e û derbarê komployê de ev nirxandin dikir: “Ev komploya ku hemû xayîn, hevkar û emperyalîst di bin îradeyekê de kom dikir, ji bo vegere aştiya Anatolya û Mezopotamyayê berpirseyarî li pêş hemû gelê me û hêzên berpirs e.”   *Zelal Yilmaz ya 17 salî ku hat îdiakirin ku întîxar kiriye, hat îdiakirin ku rastî şîdeta malbata xwe hatiye û rojeke beriya ku întîxar bike, destê wê girêdayê xistine odeyê û derî li ser girtine.   *Endama OHD’ê parêzer Ozum Vurgun diyar kir ku hemû mafên ku di qanûna hejmar 5271’ê de ji bo girtiyan hatiye nasîn divê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din jî pêk bê û got: “Di nava şaşiyeke hiqûqî de ne.Van dijhiqûqiyan welat girtiye dest. Divê em tecrîdê her tim bînin ziman û em bikin rojeva xwe ya sereke.” DÎMEN HEYE