Meşa Ciwanan a dirêj bi daxuyaniyekê bi dawî bû 2020-02-14 17:13:39   KOBANÊ - Meşa dirêj a Ciwanên herêma Firatê ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiya meşandin, îro bi daxuyaniyekê li gundê Elpelurê bi dawî bû.    Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê, bi tevlîbûna ciwanên bajarê Reqa û Minbicê bi dirûşma "Li dijî komploya 15'ê Sibatê serî hilde, şer bike, azad bibe",  ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin meşa dirêj li darxist. Ciwanên ku dest bi meşa dirêj kiribûn meşa xwe duh li bajarokê Til Xezalê rawestandibûn û  îro ji serê sibehê de dest bi meşa xwe kirin û li gundê Elpelurê bi dawî kirin.    Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Piştî ku Çalakvan gîhan bajarê Kobanê derbasî goristana Şehîd Dicle bûn. Paşê berê xwe dane gundê Elpelurê û li wir bi daxuyaniyekê meşa xwe bi dawî kirin. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Dilê Berkelê Berkel ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Em di serîde 21´e mîn salvegera komploya 15´ê Sibatê şermezar dikin. Em hemû şehîdên ku digotin 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' di şexsê Viyan Soran de bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Ev 21 sal in komploya nav navneteweyî pêk hatiye, dema ku komplo pêk hat di gotin wê êdî tiştên ku Rêber Apo li ser navê Gelê Kurd afirandiye tune bikin û kesek navê Kurdan êdî nema dibihîze. Lê belê nizanîbûn Rêber Apo ruhekî manewî di nava Gelê Kurd de daye avakirin. Ev ruhê ku derketî komploger hemî şoq kirin û mecbûr man ku gotin bila van çalakiyan bisekinîn daxwazek wisa ji Rêber Apo kirin.   'Divê ciwan xwedî li felsefe û îdeolojiya rêber Apo derkevin'   Dema Rêber Apo hat girtin digotin êdî wê her tiştê li ser navê tevgera azdiyê ji holê rabe, lê nizanîbûn Rêber Apo ruhekî manewî di nava Gelê Kurd û hemû gelê Rojhilata Navîn de daye avakirin. Ji bo wê jî ne mumkîn bû tiştên ku Rêber Apo ava kiriye xelas bibe. Rêber Apo beramberî modernîteya kapîtalîst, arternatîfa netewa demoqratîk avakir û ji bo gelê herêmê û gelê cîhanê ev sîstem avakir û bala herkesî kişand. Rêber Apo bi vê birdozî û felsefê ji bo jin û ciwanan riya azadiyê ji bo me afirand pêwîste em hemû ciwan xwedî vê felsefê û îdolojiyê derkevin. Komplogeran digotin êdî her tişt xelasbû me Rêber Apo dîl girtiye wan nizanîbûn ciwanên fedayîyên Rêber Apo wê li her derê berê xwe bidin şoreşê û çiyayên pîroz, êdî kes nikare pêşiya van ciwanan û Gelê Kurd bigire. Êdî hemû kes dizane ku Rêber Apo riya azadiyê nîşanî hemû gelan daye û hemû gel lê xwedî dertên. Em jî weke ciwanên kurd û ereb em dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin, em xwedî roja xwe derkevin û em nahêlin kes roja me tarî bike.    Daxuyanî bi dirûşmên "Hûn nikarin roja me tarî bikin","Ciwan fedayîyê Rêber Apo ne", "Bimire komploya 15'ê Sibatê" û "Bê Serok jiyan nabe", bi dawî bû.