Kongreya Star li dijî komploya navneteweyî daxuyanî da 2020-02-14 15:27:44   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.    Bi minasebeta nêzbûna 15'ê Sibatê ku komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku Ew wek Kongreya Star bi tundî vê komploya ku vîna gelan di serî de jinan di şexsê Rêbertî de hedef girtiye, şermezar dikin."   Daxuyanî wiha ye:    "21 sal e Komploya Navneteweyî li dijî projeya neteweya demokratîk û rêberê aştiyê Rêber Abdullah Ocalan berdewam e. Di 15’ê Sibata 1999’an de, bi komployeke hevpar û qirêj istîxbarata dewleta tirk û yên Amerîkayê û Israîlê rêberê mirovahiyê li balafirgeha Neyrobî ya paytexta Kenyayê girtin. Piştre birin girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyê. Bi sedema pêhesîna hêzên navnetweyî yên kapîtalîst ku fikra tevgera azadiyê li ser wan xetereyeke mezin e û rêbertî li dijî zîhniyeta netewdewletan ku xwe dispêrin berjewendiyan li ser hesabê çewisandin û înkarkirina nasnameyên gelan, komplo li dijî Rêbertî pêk anîn.   Ji wê zêdetir jî ji ber Rêbertî girîngiyê dide doza jinan û pêşketina wan ku ji hezar salan ve hatine paşguhkirin û rihê berxwedanê û geşkirinê yê lêgerîna nasnameyê tê de çand, hat girtin.   Bi rêya dîlgirtina Rêbertî rihê berxwedana gel hedef girtin   Hêzên hegemonîk bi rêya dîlgirtina Rêbertî, rihê berxwedana gel bi taybet jinan hedef girt û xwestin vîna wan bi rêya komployê bişkînin. Lê belê komplo bi ser neket. Ji ber ku Rêbertî radestî rewşên dîlgirtinê yên tund nebû. Lê berovajî vê girtîgeh vegerand dibistana belavkirina metoda demokrasî û aştiyê. Ew jî ne tenê ji kurdan re, lê belê ji tevahî gelên li cîhanê bi hedefa rizgarkirina ji destê hegamoniya heyî.  Her wiha gelên bi hesreta azadî girêdana xwe bi Rêbertî re bi rêya bilindkirina têkoşîn, berxwedan û şopandina metoda demokrasiyê, sepand. Ev jî bi şêweyekî aşkere di şoreşa Rojava de, bi taybet bi rêya avakirina rêveberiyên xweser bi beşdariya tevahî pêkhateyên herêmê diyar bû. Ji ber di projeyê de rêya rizgarkirin û garantiya pêşeroja xwe dîtin.   Dewleta tirk negîhaşt armanca xwe   Lê ji ber dewleta Tirk dît ku bi rêya dîlgirtina Rêbertî nikare bigihîje aramanca xwe, tecrîd girantir kir û Rêbertî ji mafên wî mehrûm kir.     Em banga têkoşînê li jinan dikin   Em wek Kongreya Star bi tundî vê komploya ku vîna gelan di serî de jinan di şexsê Rêbertî de hedef girtiye, şermezar dikin. Her wiha aliyên pêwendîdar ên girêdayî kar û barên girtiyên siyasî û di serî CPT bi sedema helwesta wan ên dijber şermezar dikin. Li aliyekî din jî bang li tevahî gelên baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêbertî tînin û bi taybet li jinan dikin ku têkoşîn û berxwedana li dijî hêzên komploger bilind bikin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo bişikînin û li hember dewleta tirk a ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, şêniyên resen koçber dikin û guhartina demografiya herêmê pêk tîne, bisekinin."