Li Enqerê gelek kes hatin binçavkirin 2020-02-14 12:41:49   ENQERE - Li Enqeryê di serdegitinên malan ku serê sibehê hatin kirin de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Enqereyê vê sibehê bi ser malan de hat girtin.  Di encama lêgerîna li malan de hat diyarkirin ku gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan û çend kes hatine binçavkirin nehat zanîn, hat diyarkirin ku di nav kesên hatine binçavkriin de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xwendekarên zanîngehê hene.   Hat ragihandin ku kesên hatin binçavkirin birin Mudiriyeta Emniyetê ya Enqeryê û hat diyarkirin ku wê êvarê parêzer bi kesên hatine binçavkirin re hevdîtinê bikin.