Mêrê ku Melîke qetil kir hîna nehatiye girtin! 2020-02-14 09:07:54   Berîtan Canozer   AMED - Jina bi navê Melîke Demîrok li navçeya Peyas a Amedê ji aliyê merê pê re zewicandî Gokhan Demîrok ve hat qetilkirin û 31 roj e hîna kujerê wê nehatiye girtin. Melîkeyê rojek beriya bûyerê ji ber şîdetê serî li qerekolê dabû û hat hînbûn ku der barê polîsên ku Melîke bi Gokhan re şandiye malê jî tu tiştek nehatiye kirin.   Di 15’ê Çile de li Gazîler a Peyas a Amedê Gokhan Demîrok, jina bi navê Melîke Demîrok bi alava birînê qetil kiribû. Xizmên Melîkeyê ku agahî jê negirtibû çûbûn malê û bûyer derketibû holê. Gokhan Demîrok yê Melîke qetil kiribû 30 roje hîna nehatiye girtin.   Seroka Komeleya Jinan a Rosa, Adalet Kaya der barê mijarê de axivî û diyar kir ku kuştina Melîkeyê nêzîkatiya civak û dewletê ya li hember kuştinên jinan carek din bi awayekî zelal derxistiye holê û wiha got: “Em carek din bi pergal û civaka serdest ya mêr re hatin rû hev. Melîke jî wek jinên din nehat parastin. Melîke salek berê dixwaze dest ji vî mêrî berde lê malbat nahêlin. Di 8’ê Çile de şîdetê ji aliyê hevjîn ve dibîne û ji ber şîdetê Melîke xwe davêje derve û 5 rojan ligel hevalên xwe yên jin xwe vedişêre. Piştre li ser serlêdana hevjînê wê diçe qereqolê û wê teslîmî wî mêrî dikin û heman şevê bi kêrê tê qetilkirin.”   ‘Qadeke ku cesaretê didin mêran tê vekirin’   Adaletê destnîşan kir ku pêvajoya ku Melîkeyê jiyaye, encama feraseta mekanîzmayên îdarî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî peymana Stenbol û qanûna hejmara 6284'an divê Melîke bihata parastin. Melîke jî wek jinên din ji aliyê mêrê ku nêzî wê ve hat qetilkirin. Qadên ku cesaretê didin mêran tên afirandin. Melîke di temenê biçûk de tê zewicandin. Di 16 salî de zewiciye. Ev jî nîşan dide ku zewacên di temenê biçûk de vediguherin trajediyê. Mixabin îro jî pêşiya zewacên di temenê biçûk de tên vekirin.”   ‘Em ê dozê bişopînin’   Adaletê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku heta niha negirtina kujerê Melîkeyê parçeyeke zîhniyeta dewletê ye û got: “Kujer ji 30 rojî zêde ye winda ye. Der barê polîsên ku Melîke şandiye malê de jî tu tiştek nehatiye kirin. Em jin wê şopdarê vê dozê bin.”