Kongreya Star komploya navneteweyi şermezar kir 2020-02-14 09:02:49   Tolîn Elî   ŞEHBA - Endam û Rêveberên Kongreya Star ên Herêma Efrînê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan şermezarkirin û tekez kirin ku  wê çalakiyên wan ji bo azadiya Rêber Apo bidomin."   Dewleta tirk bi komployeke navnetewî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di  15’ê Sibata 1999’an de dîl girt. Li hember komploya ku pêk hat, berxwedaneke bê hema tê meşandin. Têkildarî mijarê Endam û Rêveberên Kongreya Star a herêma Efrînê nêrînên xwe bi me re parve kirin.   ‘Heta rêber Apo azad bibe wê têkoşîn bidome’   Rêvebera Kongreya Star a Navçeya Fafînê ya Şehbayê Cîhan Ismaîl derbarê komployê de wiha got: " Di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî rêber apo komployek pêk hat û di encamê de Serok Apo ji Sûriyê hat derxistin. Li gel ku tevahiya cîhanê ji  vê komployê re şahidî kir heta  roja îro bêdengiya xwe diparêzin. Rêber Apo dixwest bi fikrên xwe projeyeke nû ji bo mirovahiyê ava bike ku her kes bi awayê wekhev bikaribe bijî. Lê ew fikr ne li gorî berjewandiyên desthilatdaran bûn û ji ber wê bi koployeke navnetweyî ew dan girtin. Komploya navneteweyî heta îro didome, lê bi rêbazên cuda û mînaka wê jî dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dîsa hemleyên guhartina demografîk jî li herêmê beşeke din a komployê ye.  Weke kongreya Star em hemû dewletên ku tevlî pêk anîna komployê bûne şermezar dikin û heta ku rêber apo azad bidbe em ê di nav tevgerê de bin."   ‘Fikirên rêber apo lidijî pergalên desthilatdaran bûn’   Rêvebera Kongreya Star a navçeya Fafînê ya Şehbayê Hêvîn Hisên jî  ji bo komploya navneteweyî  wiha got:"   Projeyên Rêber Apo yên aşîtiyê bandora xwe li ser tevahî gelan kir.  Felsefeya rêber Apo roj bi roj belav dibe û hêzên desthilatdar nikarin fikirên Rêber Apo dîl bigirin."    ‘Ji bo rêber Apo rawestandin tune ye’   Endama Kongreya Star a herêma Efrînê li Navçeya Fafînê Şêrîn Ehmed jî nêrîna xwe anî ziman û got:" Ez komploya navneteweyî tund şermezar dikim û em soz dikin ku heta reêber Apo azad bibe wê têkoşîna me bidome. "