'Yekîtiya gelan ew ê komployê vala derxîne' 2020-02-14 09:01:55   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jina bi navê Heyfa Mûsa komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku wê di sala 1990’an de Abdullah Ocalan li Lubnanê dîtiye, gelekî di bin bandora ramanên wî de maye û got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya 15'ê sibata 1999’an e. Lê yekîtiya gelan ew ê komployê vala derxîne."   Jina bi navê Heyfa Mûsa derbarê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de anî ziman ku ev komplo li ser hemû Gelê Kurd hatiye kirin û da zanîn ku di sala 1990’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Lubnanê Akademiya Mahsûm Korkmaz civînek li dar xistiye û wiha axaftina xwe domand: "Em pir jin tevlî civînê bûn, civîna ku Rêber Apo ji me re çêkir li ser pêşketina kar û xebatan de bû û di hamen demê de behsa azadiya jinê û rola wê ya di nava rêxistinê de kir. Her wiha dîroka avakirina PKK’ê ku ji bo azadiya hemû gelan tev digere şîrove kir."   'Em bi şans in ku me Rêber Apo dît'   Heyfayê diyar kir ku ew bi dîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan we gelek bi şand hês dike û wiha pê de çû: "Em bi şans in ku me Rêberê xwe dît. Axaftinên ku Rêber Apo dikir hemûyan jî em niha li ser rûyê erdê pratîka wê dibînin ku çawa pêk tê. Rêber Apo di wê demê de  behsa hevjiyana azad û projeya netewa demokratîk kir ku ew ê bibe çareserî ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn."   'Dê şoreş bi pêşengtiya jina azad bi ser bikeve'   Heyfayê teqez kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di civînê de diyar kir ku şoreş dê bi pêşengtiya jina azad bi ser bikeve û wiha dewam kir: “Rêbertî di civînê de li ser rewşa jinan axivî û got 'Divê jin dîroka xwe nas bikin, li ber xwe  bidin û pêşerojek azad ava bikin.'Şoreşa me dê bi azadiya jinan bi ser bikeve."   'Fikirê Rêber Apo roja me ronî kir'   Heyfayê bal kişand ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku rêka azadiyê nîşan kir û wiha dom kir: "Fikrê Rêber Apo rêka azadiyê nîşanî jinan û hemû kesên azadîxwaz da. Ramanê Rêbertî îro nimûne ye û ji bo kirîza ku di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn tê jiyîn çareseriya herî guncav e."   ‘Êrîşên dewleta tirk berdewamiya komploya 15’ê sibatê ye'   Heyfayê bal kişand ser komploya 15’sibatê û da zanîn ku êrîşên dewleta tirk  li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewama komployê ye û wiha domand: "Di  armanca qutkirina fikrê Rêber  Apo ya ji gelan  di 15’ê Sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêberê  mirovahiyê Rêber Apo pêk anîn. Paşê radestî dewleta tirk hate kirin. Komploya 15’ê sibatê bin ket û fikrê Rêber Apo li tevahî cihanê belav bû. Di roja me ya îro de êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya 15’ sibatê ye."     'Yekîtiya gelan ew ê komployê vala derxîne'   Heyfayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewlet li hev kombûn û komplo li dijî Rêberê Apo pêk anîn. Bi armanca binxistina projeya netewa demokratîk, ev komplo hat kirin lê ev yek nebû lê çi dibe bila bibe tu kes nikare li himber hêz û îradeya gelan bisekine. Yekîtiya gelan ew ê komployê vala derxîne."