ROJEVA 14'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-14 09:00:00   *Jina bi navê Heyfa Mûsa komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku wê di sala 1990’an de Abdullah Ocalan li Lubnanê dîtiye, gelekî di bin bandora ramanên wî de maye û got: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya 15'ê sibata 1999’an e. Lê yekîtiya gelan ew ê komployê vala derxîne."DÎMEN HEYE   *Endama Koordînasyona TEV-DEM'ê Foza Yûsif, derbarê yekîtiya Gelê Kurd û nêzîkatiyên partiyên Kurd a ji bo yekîtiyê, nirxandin kir û got:" Hebûna Kurdan bi tehdîdeke mezin rû bi rû ye û êrîşeke mezin li ser nasnameya me heye. Bi yekîtiya Gelê Kurd hêz, hebûn û mafê me ew ê mîsoger bibe. Divê em van hêviyên gelê xwe pêk bînin. Em dikarin jiyana azad a ku gelê me hesreta wê ye ava bikin."DÎMEN HEYE   *Endam û Rêveberên Kongreya Star ên Herêma Efrînê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan şermezarkirin û tekez kirin ku  wê çalakiyên wan ji bo azadiya Rêber Apo bidomin." BI DÎMEN   *Gulbeyaz Guneş ya bi kaxizên rojnameyê, baskên garis û genim selikan çêdike, hunera aydê dema berê didomîne û hedefa wê ev e ku bi pereyê ji van selikan qezenc dike atolyeyekê veke.  BI DÎMEN   *Jina bi navê Melîke Demîrok li navçeya Peyas a Amedê ji aliyê merê pê re zewicandî Gokhan Demîrok ve hat qetilkirin û 31 roj e hîna kujerê wê nehatiye girtin. Melîkeyê rojek beriya bûyerê ji ber şîdetê serî li qerekolê dabû û hat hînbûn ku der barê polîsên ku Melîke bi Gokhan re şandiye malê jî tu tiştek nehatiye kirin. BI DÎMEN   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Yek ji parêzerên ewil yên Abdullah Ocalan Eren Keskîn wiha got: “Wê demê em neçar bûn biryarek dîrokî bidin. Dozeke wisa mezin di 4-5 mehan de hat qedandin. Ji ber vê em nikarin behsa darizandinek adîlane bikin. Qanûneke komployê heye, mejiyekî din wir bi rê ve dibe.”BI DÎMEN   *Dîlan Yildiz diyar kir ku li Wanê dema di protestoyên qeyûm û serdegirtina malan de hatiye binçavkirin rastî îşkenceya lêgerîna tazî û derxistina laçika xwe hatiye û got di binçavkirina dawî de laçika xwe derxistiye û bertek nîşan daye. Dîlanê wiha got: “Li dijî çavsoriya hikûmeta AKP’ê ya di bin çavan de min bi derxistina laçika xwe çalakî pêk anî.”BI DÎMEN