Li Rojava xemla berfê 2020-02-13 17:46:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Îro li seranserî Herêmên Rojava berf bariya. Piştî çend salan, dîsa careke din erd bi berfê xemilî.    Li Herêmên Rojava ji şeva din ve berf dibare. Piştî çend salan berf dîsa bariya. Li kolanan tevgera gel bi kêfxweşiyek mezin dewam kir.  Ji zarokan heta mezinan li kolan û parkan coşek mezin hebû. Şênî bi berfê şad bûn. Li ber deriyê her malekê bûka berfê hat çêkirin û her der bi renge spî xemilî.    Hesekê   Îro  bajarê Hesekê  bi kirasê berfa spî hat xemilandin û zarokan li kolanan bi berfê lîstin.   Her ku demsala zivsatanê tê,  zarok hêvî dikin ku berf bibare, da ku pê bilîzin. Îro li Bajarê Hesekê berf bariya û hêviyên zarokan pêk hatin. Di kolana Til Hecer a bajarê Hesekê zarok bi hev re dilîzin û berfê davêjin hev. Di kolana Salihiyê de jî zarok û ciwan li hev kombûn  û bûka  berfê çê dikin.Ya balkêş zarok berfê tînin malê û dimsê davêjin ser û dixwin. Bi xwarina berfdimskê jî zarok şad bûn.   Li tevahî taxên bajarê Hesekê û gundewarên wê zarok di nava tevgera lîstokan de ne û bi barîna berfê kêfxweş in.   Qamişlo   Şêniyên bajarê Qamişloyê ji sibehê de li kolanan e û bi barîna berfê kêfxweş dibin.   Îro li bajarê Qamişloyê jî berf bariya û her kes di nava kêfxweşiyê de dilîzin û wêneyên bîranînê dikşînin. Li herêmên Kobanê û Şehbayê jî berf dibare û tevgera zarok û ciwana di nava kolanan de xweş e.   Heta niha jî berf dibare.