YJCÊ 15 Sibatê şermezar kir 2020-02-13 17:37:39   ŞENGAL - Bi boneya salvegera komploya navnetevi ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan YJCÊ daxwuyanî da.    Yekîtîyên Jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCE) ku bi minasebata salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li şehîdgeha Şengalê kom bû, daxuyaniyek da û piştî daxuyaniyê jî sînevîzyon da temaşekirin. Beriya daxuyaniyê li ser navê YJCÊ ji aliyê Sara Botan ve axaftin hat kirin.   Sara Botan bal kişand ser komploya navneteweyî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “ Em wek Jinên Ciwan ên Êzîdî komploya li dijî Rêber Apo ku di 15 Sıbatê de hat kirin şermezar dikin. Bi berxwedan û têkoşîna  jinên cîwan ên êzidî em ê her dem komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo vala derbixin. Komplo tenê ne li dijî rêber Apo li dijî kurdan û hemû gelê Rojhilata Navîn pêk hat  Hedefgirtina Rêber Apo hedefgirtina jinê ye. Ev 21 salin Rêber Apo di grava Îmralî da ye û tecîrîdeke giran li ser tê meşandin.”   Pişti sinevizyonê daxwuyaniya Yekîtiyên Jinên Civan ên Êzîdî ji alî Tekoşîn Tolhildan ve hate xwendin.   Daxwuyanıyê wuha ye: "Weke hun jî dizanin 15 Sibatê salvegera komploya ku bi destê dewletên dagirker hatiye kirine. Despêkê em weke Yekîtîya Jinên Ciwan ve komploya qirej a  bi destê dewletên navneteweyî  li ser serokê gelan pêk hat şermezar dikin.15 Sıbata sala 1999 bi destê dewletên dagirker serokê gelan bi komployeke qirej hate girtin. Xwestin bi vê komploye îrada Gelê Kurd bişkiynin û Gelê Kurd tine bikin. Ev roj roja qirkirinê ye. Dewletên dagirker û bi taybet dewleta tirk a faşist xwestin bi vê komployê qirkirina gelê kurd fîzîkî, çandî û psikolojik bidin despêkirin û gelê kurd tüne bikin.   Serokatî nasnameya jinê, îradeya jinê, dîroka jinê ava kir. Bi taybet jî jinên êzidî ra bû heviya jiyanê. Ji ber wê 2014'an de fermanek bi serê civaka êzîdî de anîn. Di wê fermanê de yên bûn hedef jî jinên êzîdî bûn. Lê jinên ku şervanên xwe bi fikrmana serok Apo perwerde kirin hatin em ji fermaneke xelas kirin. Çawa ku fikren serokatî me ji wê fermanê xelas kirin em ê jî wek jinên êzidî xwe bi fikra serokatî pêş bixin xebatê xwe mezintir bikin û ji bo azadiya Serokatî tekoşîna xwe bilind bikin. Em wek jinên ciwan ên êzîdî bang li hemû jinên êzîdî hemû jinan û gelan dikin û dibêjin werin em bi hev re xwedî li serokê xwe derbikevin û berxwedana xwe tekoşîna xwe bilindtir bikin.  Serokatî ji Îmraliyê rizgar bikin.”   Daxwuyanî bi berzkirin “ Bimre komploya navneteweyî", "Bimre îxanet", "Bijî Berxwedana Rêber Apo", "Bê Rêber Apo jiyan nabe, "Li dijî qirkirinê serî hilde” hat bidawîkirin.