Şêniyên Ehdas û gundên girêdayî wê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan 2020-02-13 14:50:49   ŞEHBA - Bi pêşengtiya Kongreya Star a Efrînê bi hatina salvegera komploya navneteweyî meşek bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana serdemê û rûmetê em ê agirê şoreşê geş bikin û komploya li ser Rêber Apo hilweşînin" hat lidarxistin.   Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin,  Kongra Star a Efrînê meşek li gundê Babinis a Şehbayê li dar xist. Tevahî sazî û dezgehên civaka sivîl a navçeya Ehdas, gelê navçeyê Ehdas û gundên wê beşdarî meşê bûn. Di meşê de al û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meş ji cihê stadyoma gog ya gundê Babinis ya Şehbayê dest pê kir û heya qada bazarê ya gundê Babinis dewam kir.    Piştî meşê ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Dawiyê li ser navê Kongreya Star Sûreya Hebeş û li ser nave Meclîsa Navçeya Ehdas Mihemed Hisên axivîn  û wiha gotin: "Em roja 15'ê sibatê bi tund şermezar dikin. Rêber Apo ji bo jinê xebat û têkoşînek mezin da meşandin. Em ê jî wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zordestî û desthilatdariyê têkoşîn bikin. Em wek gel her sal ji bo 15'ê sibatê dadikevin qadan û vê roja reş şermezar dikin."   Meş bi dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.