Derbarê 15'ê Sibatê de li Şehbayê daxuyanî hatin dayin 2020-02-13 14:40:58   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina 21’emîn salvegera komploya navnetewî a ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiya kirin, li Herêma şehbayê ji aliyê Yekîtiya Mamosteyan û Meclisa Şehbayê ve daxuyanî hat dayin.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komplokeke navnetewî  ji aliyê dewletên desthilatdar ve, dîl hat girtin.  Ji bo tecrîda girankirî, gelê ku li ser fikir û felsefeya azad xwe birêxistin kirine, ji rêka daxwaziya mafê azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, venegeriyane. Bi boneya salvegera komploya navnetewî, li Herêma şehbayê ji aliyê Yekîtiya Mamosteyan û Meclisa şehbayê ve daxuyanî hatin dayin.        Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di 15’ê Sibata 1999’an de hatiye meşandin, Yekîtiya Mamosteyan daxuyanî li wargeha Serdemê dan.Daxuyanî bi tevlîbûna hemû Endamên Yekîtiya Mamosteyan û saziyên civaka sivîl,  hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Mamosteyan Ronahî Oso ve, hat xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   "Di dema ku Rojhilata Navîn di rewşeke tevli hev de ye hewildana hêzên hegomonîk li herêmê heye ku her tiştî têxin bin desthilatdariya xwe. Ji bo desthilatdariyê û projeyên tunekirina mafê gelan, tev digerin. Li hember şoreşên demokratîk ên ku çareseriya pirsgirêkên hevjiyana azad misoger dike, sekinîn. Lewma di şexsa Rêber Apo de xwestin vîna gelan bişkînin, di encamê planên dijmin de di 15’ê Sibata 1999’an de komplo gihaşt asta herî bilind. Em weke Yekîtiya Mamosteyan li Herêma Şehbayê vê komploya navnetewî ya ku li dijî projeya netewa demokratîk li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hate meşandin, şermezar dikin û soza meşandina kar û xebatên xwe li ser fikirê Rêber Apo nû didin.  Em ê li ser vê felsefê xwe perwerde bikin."   Daxûyanî bi dirûşmeya"Bê Serok jiyan nabe, Bijî Serok Apo"  bi dawî bû.   Meclisa Şehbayê li dijî komployê navnetewî daxuyanî da.   Li dijî komployê navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hatiye Meclisa Herêma Şehbayê daxuyanî li Navçeya Fafînê dan.   Li hember komploya navnetewî ya ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15 Subata 1999’an de hatiye meşandin, Meclisa Şehbayê bi tevlîbûna hemû endamên sazî û dazgehên Şehbayê, endamên Meclisa Şehbayê, daxuyanî li Navçeya Fafînê ya Şehbayê dan.   Daxuyanî  ji aliyê Endamê MeclIsa Şehbayê Mihemed Alo ve, hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:    "Komploya navnetewî li ser esasê tunekirina felsefeya demokrasiyê hat sazkirin. Fikrê Rêber Apo li hember hêzên desthilatdar û dagirker bû asteng. Heta roja îro ev komplo didome. Bi kombûna gel a li derdora hêzên xwe QSD’ê û avakirina yekîtiya gelan, planên qirêj ên dagirkeran ew ê vala derkeve. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. "   Daxuynaî bi dirûşmeyên"Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.