Komcivîna Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê li Kobanê dest pê kir 2020-02-13 13:46:06   KOBANÊ - Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê komcivîna diyaloga hiqûqî li baxçeyê Ronîwar dest pê kir.   Partiya Pêşeroj a Sûriyryê bi armanca nîqaşkirin û nirxandina destûr û forma wê, pergala Rêveberiya Xweser a ne navendî, danûstandinên kurdî-kurdî û yekrêziya wê, îro li baxçeyê Ronîwar ê Kobanê bi amadebûna dehan siyastemedar, parêzer û kesên serbixwe yên ji Herêma Firat, Minbic û Reqqayê komcivîna diyaloga hiqûqî dest pê kir.   Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê Îbrahîm El-Qeftan bi xêr hatina beşdaran kir û got: "Me komcivîna xwe li Kobanê li dar xist ji ber ku ji Kobanê têkçûna Çeteyên DAIŞ'ê dest pê kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Ez hêvîdar im ku wê komcivîna me bibe rastiya zanistî Ronahiya rastiya Suriyeyê dê bi Partiya Pêşeroj a Sûriyeyê û partiyên din pêk were. Ji ber ku em bi Sûriyeya nenavendî û pirrengî bawer dikin û ew armanca me ya bingehîn e."   Paşê Parêzer Omer Etî benda Destûr û forma wê danasîn û got: "Ger em bixwazin Destûr nas bikin pêwist e em destpêkê dîroka wê, beşên wê ya nû têgîna wê nas bikin. Destûr ji berjewendiyên gel xizmet dike û hewl dide pirsgirêkan bi awayekî zagonî çareser bike."   Komcivîn bi nîqaşên li ser benda destûr û forma wê berdewam dike.