Ayten Sarikaya Kesler hat tehliyekirin 2020-02-13 12:10:02   STENBOL - Nexweşa pençeşêrê Ayten Sarikaya Kesler ku bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser medya civakî hatibû girtin, li ser îttîraza parêzerê xwe hat berdan.    Nexweşa pençeşêrê Ayten Sarikaya Kesler (53), roja 11'ê Sibatê dema ku ji Swêdê hatibû û li Balafirgeha Stenbolê peya bûbû, ji aliyê polisan ve hatibû binçavkirin. Ayten, piştî ku derketibû dadgehê, bi hinceta ku li ser hesabê xwe ya medya civakî "Propagandaya rêxistinê" û "Heqaretê li Serokkomar" kiriye" hatibû girtin. Parêzerê Ayten girtina wê îttîraz kir. Li ser îttîrazkirina parêzer, Dadgeriya Sizayê ya Silhê ya Nobedar, raporên tenduristiyê yên Ayten li ber çav girt û biryara berdana wê da.   Parêzer Gulîzar Tuncer, diyar kir ku hem ji hêla ruhî û hem jî ji hêla fizîkî ve rewşa Ayten  nebaş bûye û dê li malê di bin kotrola bijîşkan de bimîne.