'Komploya li hemberî Abdullah Ocalan heta vê kêliyê jî dewam dike' 2020-02-11 14:27:43   HESEKÊ - Li navçeya Til Temirê semînerek derbarê komploya navnetewî a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de had dayîn û wiha hat gotin: "Di 15'ê Sibata 1925'an li hemberî şoreşa Şêx Seyîd komloyek pêk anîn û di heman dîrokê de li hemberî Abdullah Ocalan jî komployek pêk anîn."   Îro bi pêşengtiya Kongreya Star û Akedemiya Civaka Demokratîk a Ş.Bêrîtan a navçeya Til Temirê semînerek li dijî komploya ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ku dikeve 21 saliya xwe de, li MeclÎsa Malbatên Şehîdan ku bi dehan kes beşdar bûn, dan. Semîner bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   'Komplo bi dagirkeriya xaka Bakurê Sûriyê dewam dike'   Endama Rêvebera Kongreya Star Xedîcê Asim di semînerê de axivî û bal kişand ser salvegera komployê. Xedîce wiha got: "Xwestin di kesayeta Rêber Apo de têkoşîn û doza Gelê Kurd têk bibin. Berjenwedî û lihevkirinên xwe li ser hesabê vî gelî pêk bînin. Komploya ku beriya 21 salan dest pê kir heta vê kêliyê jî bi êrîş û dagirkeriya dewleta tirk ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dewam dike. Dixwazin bi rêya dagirkeriyê vîn û hebûna jinê têk bibin û di kesayeta wê de hemî civakê bin bixin, li dijî vê yekê jî jin bi feraset û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hemî pllanên ku dikeve xizmeta dagirkeran vala derdixin."   'Komplo ji 15' Sibata 1925'an de dest pê kiriye'   Endamê Akademiya Civaka Demokratîk Ebdul Rehman Hisên jî di semîrê de destnîşan kir ku komplo ne nû ye û wiha dom kir: "Di 15'ê Sibata 1925'an şoreşa Şêx Seyîd têk birin. Xwestin di heman dîrokê de jî şoreşa ku Rêber Ocalan da ye dest pê kirin dawî lê bînin. Komplo ne nû ye kevin e. Fikir û ramanê Rêber Ocalan xwedî bandoreke gelekî mezin bû li ser tevahî cîhanê. Komploya ku bi erêkirina 33 dewletan yek armancê wê hebû ku fikir û ramanê Rêber Apo li cîhanê belav nebe û zirarê nebe desthilatdarî û hegemoniya wan li ser tevahî cîhanê taybet Rojhilata Navîn. Lê gel li dijî vê yekê bi rihê berxwedan û têkoşîna li hember dagirkeran ber xwe dan û şoreşa xwe diparêzin."   Semîner bi dirûşmeya "Na ji komplogeran re" û "Azadiya Rêber Apo azadiya me ye" bi dawî bû.