Dayikên Aştiyê: Em dixwazin aştiyê bibînin 2020-02-11 09:16:15   STENBOL - Meşa aştiyê ya Dayikên Aştiyê ku ji 1999’an heta niha destpê kiriye û didome. Dayikên Aştiyê wiha gotin: “Li Tirkiyeyê ji ber daxwazkirina aştiyê bedelên giran tên dayîn. Em bawer dikin ku wê piştî me jî kesên têkoşîna aştiyê bidin hebin. Lê em dixwazin ku hîna em dijîn aştiyê bibînin.”   Têkoşîna Dayikên Aştiyê 21 sal in didome. Jinên zarokên xwe û xizmên xwe di şer û pêvajoyên pevçûnan de winda kirin di bin navê ‘Dayikên Aştiyê’ de bi armanca daxwaza aştiyê bînin ziman hatin cem hev. Piştî 15’ê Sibata 1999’an ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê şûnde Dayikên Aştiyê damezarandina xwe îlan kirin.Yekemîn çalakiya dayikên aştiyê, meşa bi daxwaza ji bo Rêberê PKK’ê aştî ji Amedê heta Enqereyê bû. Dayik di têketina Enqereyê de hatibûn astengkirin. Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ji Amed, Stenbol, Êlih, Riha, Mêrdîn, Sêrt û Dîlokê 120 jinî di 2004’an de xwest bi fermandarê giştî yê demî Hîlmî Ozkok re hevdîtinê bikin. Lê serlêdana dayikan hat redkirin.   Dayikên Aştiyê her tim daxwaza aştiyê qîr kirin û di 2013’an de jî biryar dan ku wek meclîs xebatên xwe bidomînin û wek ‘Meclîsa Dayikên Aştiyê’ guhertin. Meşa aştiyê ya dayikan ji 1996’an heta niha bi biryar didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê têkoşîna xwe vegotin.   ‘Ger hemû dayik piştgiriyê bidin em ê aştiyê bînin’   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulşen Dag, got ji bo tu dayik êşa zarokên xwe nejîn têdikoşin û got ew hatine binçavkirin, bi erdê re hatine kaşkirin û girtin. Gulşenê wiha got: “Li vî welatî dema kesek tê kuştin ez bi şevan ranezêm. 20 sale in ji bo aştiyê têdikoşim. Ji Erdogan hêviya me tune. Lê ger malbatên leşker û polîsan piştgiriyê bidin me em ê aştiyê binin.”   ‘Aştî hewcedariya sereke ye’   Emîne Erbek jî bi lêv kir ku 20 sal in têkoşîna xwe dimeşînin û ev tişt bi lêv kir: “Em xwînê naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Aştî hewcedariya sereke ye. Divê em dest bidin hev û aştiyê bînin. Ger dayik neynin tu kes nikare aştiyê bîne. Ez bang li dayikên ber HDP’ê jî dikim. Hûn zarokên xwe ji kê dixwazin, berpirsê zarokên me dewlet e. Hûn dikarin zarokên xwe ji dewletê bixwazin.Werin em bi hev re têbikoşin. Muxatabê me dewlet e.”   ‘Bedelên giran hene’   Dayika Aştiyê Sabîha Bozan jî got li Tirkiyeyê gotina ‘aştiyê’ gotinek girane û bedela wê jî girane û got: “Ji bo me aştî pîroz e. Hewcedariya me herî zêde bi aştiyê heye. Ji ber vê em bi hev re têbikoşin em ê aştiyê jî bînin. Deriyê me ji her kesî re vekiriye. Ji bo aştiyê têkoşîn dayîn rumet e. Em dixwazin her kes dengê xwe ji bo aştiyê derxe. Em her kesî vexwendiyê pîrozbahiya 20 salan dikin.”