‘Em tecrîdê encax bi yekitiyê dikarin bişkînin’ 2020-02-11 09:07:48   Zeynep Durgut -Şehrîban Abî   MUŞ/ERZEROM - Jinên Muş û Erzeromê diyar kirin ku şikandina tecrîdê bi yêkitiya Gelê Kurd pêkane û gotin ku dem dema yêkitiyê ye.    Li her çar parçeyên Kurdistanê  xebatên ji bo yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd hatin destpêkirin.  Herî dawî di navbera 18 û 19’ê çileyê de bi pêşengiya Xebata Tifaqa Kurdistanî li Amedê Komxebata Yekitiya Neteweyî hat lidarxistin. Der barê yêkitiya neteweyî de  jinên Muşê û Erzeromê  axivîn. Jinan diyar kirin ku di pêvajoyek wiha de tişta  herî pêwîst tifaqa Gelê Kurd e û gotin ku li gel avakirina yêkitiyê wê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bi dawî bibe.    ‘Li dijî  zilmê tişta herî pêwîst yêkitiya neteweyî ye’   Ji jinan Zekiye Guneş anî ziman ku li dijî Gelê Kurd zilm her ku diçe zêde dibe û diyar kir ku li dijî zilmê tifaqa Gelê Kurd şerte û wiha got:” Ez hatime vî temenê xwe heta roja îro em zilmê dibînin. Li dijî zimanê me, nasnameya me û hebûna me êrîş her ku diçin zêde dibin. Em bi şev nikarîn rakevîn. Bi tirsa polîs wê dîsa bi ser malên me de bigirin em radikevîn. Em di bin zilmê de ne. Heqeretê li me dikin. Qeyûm diavêjin ser şaredariyên me û ji me re xîzmetê nakin. Mirov nikare heta sûkê biçe. Ciwanên me hemû qetil kirin. Li dijî vê zilmê tişta herî pêwîst yêkitiya netewî ye. Divê em kurd dest pêkê di navbera xwe de aşitiyê pêk bînin û piştre ji gelên Rojhilatanavîn re bînin.”   ‘Jin dikarin tifaqa Gelê Kurd ava bikin’   Guler Aras jî bal kişand ser tifaqa Gelê Kurd û bi lêv kir ku tifaqa Gelê Kurd wê ji Rojhilatanavîn re jî aşitî û azadiyê bîne û ev nirxandin kir:” Şaredariyên me bi darê zorê desteser kirin. Li me kurdan zilmê dikin. Em dixwazîn her tişt xweş bibe. Em şer naxwazîn lê em zilmê jî naxwazin. Dema ku me şaredarî bi dest xistin, ji gundan re xîzmet hat kirin, her tişt pir rind bibû. Lê piştî ku qeyûm avêtin şaredariyan ev xîzmet qut bû. Em aşitiyê û yêkitiyê dixwazîn. Em dixwazîn ku em kurd hemû bibîn yek. Ji herkesî zêdetir jin dixwazin yêkitî çê bibe. Jin dikarin tifaqa Gelê Kurd ava bikin. Wê dayîkên kurd vê tifaqê ava bikin. Em dest bidîn hev û pêşerojeke azad û aşitiyene ava bikîn.”   ‘Van rojên tarî tenê tifaqa me dikare ronî bike’   Ji jinên Muşê Muzeyyen İşik jî destnîşan kir ku li Gelê Kurd ronahiya Rojhilatanavîn e, ji ber wê ji yêkitî ferz e. Muzeyyenê diyar kir ku yêkitî nebe aşitî jÎ çênabe û got:” Bi rastî ji xebatên yêkitiya neteweyî kelecanek cuda da me. Van rojên tarî tenê tifaqa me dikare ronî bike. Hetanî îro di hêla yêkitiyê de pirsgirîkên me nehatibûn çareserkirin. Di dawiya her serkeftin û deskeftinek de neavakirina yêkitiyê ji me re dibe asteng. Ji ber wê wê ji bo kurdan yekitiya neteweyî destkeftiya herî girinîg e. Di hêla rêxistinan de, di hêla partiyan de dibe ku nêrînên me ne wekî hev bin. Lê di hêla hestên netewî de em heman difikirîn û bi heman awayî nêz dibîn. Li gorî min ev xebat pir girîng e û kelecan dide mirov. Xuyaye ku heta ev yêkitî çênebe, wê pirsgirîkên me jî çareser nebin. Ez wekî jineke kurd dibêjim ew tiştên ku me yên ji hev cuda divê em deynîn aliyekî û di bin siwanekî de yêkitiya xwe ava bikîn. Dibêjin Kurdîstan çar perçe ye. Kurdîstan çar nine û yek e. Dibe ku desthilatdaran em kiribîn çar perçe lê Kurdîstan tu caran nebûye çar perçe.”   ‘Tecrîdê em encax bi yêkitiyê dikarîn bişkinîn’   Muslîme Boz ku  da zanîn ew wekheviyê dixwazin, anî ziman ku  ger kurd hemû mil bidin milên hev wê tifaq ji pêk were û ev tişt anî ziman:” Em aşitî,azadî û wekheviyê dixwazîn. Em dibêjîn bila kurd hemû mil bidin milên hev baweriya xwe bikin yek ku yêkitî çêbibe. Seydayê Cegerxwîn gotiye,” Ger em nebîn yek em ê herîn yek bi yek” Pêwîste em yek bin. Ji vê zilm û zordestiyê re êdî bese. Me pir dît û me pir kişand. Me şer dît, me şewat dît, me girtin dît û me mirin dît, me zext û zilm dît. Ji ber wê em dibêjîn yêkitî.Ger ku  li cîhanê Gelê Kurd nebe yek, ew ê her tim di bin zilm û zordariyê de be. Ger em bibîn yek  wê zilm li me neyê kirin û  kes nikare zilmê li me bike. Em tecrîdê bi yêkitiyê dikarîn bişkinîn. Êdî me temenê xwe derbas kir, lê ji bo pêşerojeke azad ji nifşê nû re yêkitî pêwîst e.”   ‘Dem dema yêkitiyê ye’   Çîçek Tutuş jî bi lêv kir ku dem dema yêkitiya Gelê Kurd e û got ku ger kurd nebin yek wê Rojhilata Navîn tu caran ji taritiyê rizgar nebe û ev tişt got:” Bêgûman yêkitiya neteweyî pêdiviya herî mezin e. Îro ger ku em di bin zilmê de bin sedema vê neavakirina yêkitiyê ye. HDP di nav gelan de pira aşitiyê ye.  Ger ku îro li ser partiya me êrîş hebin ev bêtemulliya li dijî vê yêkitiyê ye. Çima em nebîn yek? Ger em di vê pêvajoyê de nebin yek em ê tu caran nebîn yek. Li gorî desthilatdarên  Tirkiyeyê ger tu kurd bî mafê jiyanê ji bo te tune ye. Dem dema yêkitiyê ye. Ji ber vê jî yêkitî, yêkitî û yêkitî.”