'Em ê Rêberê xwe û Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin' 2020-02-11 09:05:32   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Zerîfa Suleyman a ji Kobanê ye behsa hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û got: "Tevî ku 23 sal li ser hevdîtina min bi Rêber Apo re derbas bû, min gotinên wî ji bîr nekiriye û têkoşîna xwe ya jiyanê, da meşandin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di encama lihevkirin û erêkirina gelek dewletan, di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin.    Jina bi navê Zerîfa Suleyman 41 saliye û ji Kobanê ye berî komploya navneteweyî pêk were bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Di sala 1988'an de li Lubanê Abdullah Ocalan dibîne. Zerîfa behsa hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir.   '23 sal in li ser fikir û felsefeya Rêber Apo dimeşim'   Zerîfayê dîtina xwe ya cara yekemîn a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re wiha anî ziman: "Bi boneya 15'ê tebaxê em çûn Lubnanê û şahiyek mezin hat lidarxistin. Em jî tevlî şahiyê bûn û pênç rojan dom kir. Min cara yekem Rêber Apo di wê şahiyê de dît. Berê me Rêber Apo nedîtibû, dema ku hat akademiya Mahsum Korkmaz em hemû matmayî man û dîtina min a Rêber Apo hestek pir cuda û bi wate bû. Kesayeta Rêber Apo pir bi heybet bû, dema ku mirov lê mêze dikir, diket wê ferqê ku kesayeta Rêber Apo kesayetek cuda ye. Beriya şahiyê Rêber Apo li ser şehîd, bêwelatî, koledariya mêr û jinê axivî û nirxandinên pir girîng kir. Hemû kesên ku beşdar bûbûn, bêdeng û bi coş li axaftinên Rêber Apo guhdar dikirin. Em diketin nava lêhurbûnekê kûr. Di wê demê de temenê min biçûk bû, heta niha jî min gotinên Rêber Apo ji bîr nekiriye. Piştî axaftinên Rêber Apo bi dawî bû, silav da hemû kesan û em derbasî akademiyê bûn. Salona akademiyê mezin bû, amadekariyên xwarinê dihat kirin. Me bi Rêber Apo re xwarin xwar. Wê demê henek kir û wiha got: "Kobanî ji îsotan hez dikin. Ji bo mêvanên me yên Kobanê îsotan bînin". Di wê demê de sekna Rêber Apo gelek bala min kişand. Di sekna xwe de cidî bû. Lê ewqas jî henezkbaz bû ."   'Bi naskirina Rêber Apo re jin bûn xwedî biryar'    Zerîfayê bal kişand ser guhertinên zagon û destûrên di nava malbatên de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Malbata ku ez tê de mezin bûm wek her malbatan zagon û desturên wê hebûn. Piştî me Rêber Apo dît, birdoziya wî ya li ser mafê jinê me nas kir. Di malbata me de guhertin hatin çêkirin. Her wiha fikir û felsefeya Rêber Apo li ser gelek jinan bondoreke erênî çêkir. Îro dema em ked û serkeftinên ku jinan di nava jiyanê de bi dest xistine dibînin û îro jin ji hêza xwe bawer in, bê guman ev yek bi ked û tekoşîna Rêber Apo hat avakirin. Bi naskirina Rêber Apo re, rê li pêşiya me vebû û em jî rola xwe  dilîzin û kar didin meşandin."   'Em ê Rêberê xwe û Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin'   Zerîfayê kêmasiyên têne jiyîn û sedema pirsgirêkên yekîtiya kurdan wiha anî ziman: "Kêmasiyên em îro dijîn di sala 1988'an de Rêber Apo anîbû ser ziman. Tevî wê jî di roja me ya îro de em wan kêmasiyan dijîn. Ger em li ser birdoziya Rêber Apo bimeşin em ê em ê Rêberê xwe û Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin. Ger îro Rêber Apo ne di nava çar dîwaran de bûya, wê krîza Rojhilata Navîn çareser bikira û yekbûna kurdan ava bikira. Lê ji ber ku heta niha yekbûna Kurdan nehatiye avakirin di xebatên me de kêmasî derdikevin û heta roja me ya îro komploya navneteweyî tê meşandin. Pêwist e PDK û ENKS ji bo yekbûna Gelê Kurd têkevin nava hewildanê û cihê xwe di nava yekbûna kurdan de bigirin. Bi avakirina yekbûna kurd re em ê xwedî li keda Rêber Apo û şehîdan derkevin."   'Wek kulîlkên berfê em ê ji nû ve çavên xwe li dinyayê vekin’   Zerîfayê diyar kir ku gelê Rojhilata Navîn di dorpêça netew-dewletan de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Netew-dewlet bi hezar salan xwestin kurdan tune bikin û her car kurd wek kulîlkên berfê serê xwe ji nava berfê derdixin û dijîn. Gelê Kurd ne bi qetilaman û ne jî bi dagirkeriyê xelas dibin. Li ser xeta şehîd û birdoziya Rêber Apo wek kulîlkên berfê em ê ji nû ve çavên xwe li dunyayê vekin. Gotinek pir bi wate ya Rêber Apo heye. Rêber Apo dibêje "Hêvî ji serkeftinê mezintir e" û bi vê hêviyê sinorên ku di derdorê me hatine çêkirin, em ê rakin û wê gelên Rojhilata Navîn wê bi ser bikevin."