Piştî 5 salan Dêrik dîsa bi rengê spî xemilî 2020-02-10 16:46:32   QAMIŞLO - Li Bajarê Dêrikê yê Rojava ev du roj in, bê  navber berf dibare. Piştî 5 salan Dêrik dîsa bi rengê spî xemilî. Şêniyên Dêrikê bi kêfxweşiyek mezin berf pêşwazî kirin.    Bi hatina demsala zivistanê, êdî her kes di malê xwe de ye û ji ber sermaya zêde, li derdora germahiya sobeya xwe, kom dibin. Piştî 5 salan ango  ji sala 2015’an de ye berf li Rojvayê Kurdistanê nedibariya. Ev du roj in li bajarê Dêrikê berf dibare. Doh ji saetên êvarî de ye li Dêrikê berf dibare. Zarokên Dêrikê ji vê yekê gelekî kêfxweş bûn. Di nava berfê de bi dilê xwe yê biçûk û şad ji berfê kêfeke mezin digirin.    Heta vê kêliyê jî berf dibare û bi xemla xwe ya ku berhemek xwezayê ya bi qîmet e dilê mirovan geş dike.