Gulsum Kav: Em ê bi têkoşînê dawî li tundiyê bînin 2020-02-10 11:58:38   STENBOL - Nûnera Giştî ya KCDP'ê Gulsum Kav derbarê hevdîtina Meclisên Jinan ên Tirkiyeyê de axivî û got: "Em ê bi têkoşînê ber bi dawîkirina tundiyê ve biçin. Pêkanîna biryaran bi rêxistinê pêkan e."   Hevdîtina Meclisên Jinan ên Tirkiyeyê, bi dirûşma "Tu yê qet tenê nemeşî" di 9'ê Sibatê de li Stenbolê pêk hat. Hevdîtina ku ji gelek bajaran jin tevli bûn Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum kav nirxand.   Gulsum diyar kir ku wan gelek jinên bi bi biryara têkoşînê hatine gel hev û ew jî di nav de pênase kirin û wiha got: "Ev têkoşîna me ne ya yekem e. Tecrûbeya têkoşîna ku demeke dirêje berdewam dike hatiye radeyekê. Li Tirkiyeyê pirsgirêka tundiyê ya ku em dixwazin rawetînin teşe guhertiye. Bi salan e di encama têkoşîna bi biryar ku em dimeşînin gelek gav hatin avêtin û pêketin jî heye. Em di fikra ku divê em bi hev re pirgirêkê binirxînin de ne. Li gel ku bi salan e em ji bo qanûna 6284 bê pêkanîn têkoşînnê didin, cara yekê vê salê giştî name hatin weşandin."   'Em ê bi têkoşînê dawî li tundiyê bînin'   Gulsum anî ziman ku rastî bi têkoşîna jinê derketiye holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê bi têkoşîneke bê hempa bên asta ku em dawî li tundiyê bînin.  Dema ku em civînên girîng bigirin û em biryarên girîng negirin em nikarin hesabê vê bidin. Ji ber wê jî emdibêjin armanca vê civînê ew e ku em têkoşînê pêş ve bibin. Em di nava hewldanên ku em ê bi çi rêbazê dawî li tundiyê bînin de ne û me ji bo dawîlêanîna tundiyê biryar girtin. Di bin vî sernavêku min bi kurtasî got de gelek nabernavên din û pêşniyar hene. Em dixwazin van hemûyan ji civakê re vebêjin. Di bin van sernavan de pêkanîna qanûna 6284 heye, têkoşîna li dijî êrîşa zayendî ya li hember zarokan, ronîkirina mirinên bi gûman û bi kurtasî pêkanîna dirûşma 'Tuyê tu caran tenê nemeşî' heye. Herwiha di lêgerîna edaletê de li gel civakê cihgitin heye. Em jin di bin tundiyeke zêde ya aborî de ne. Gelek xalên me yên derbarê ku em têkoşîna jinê ya ji bo wekheviya aboriyê pêşve bibin hene û pêşniyarên me hene. Em ê van jî bi çapemenî û raya giştî re parve bikin."   'Em ê di civîna bê de tundiyê niqaş nekin'   Gulsimê diyar kir ku rêxistinbûn ji bo destkeftiyên jinê û têkoşîna wê girîng e, pêkanîna biriyaran tenê bi rêxistinê pêkan e û ev tişt got: "Em li gelek bajaran bi rêxistin in. Lê em armanc dikin ku em bi jinên ku em wan nas nakin re jî bên gel hev wan nas bikin tevli têkoşînê bikin ku em ji bo di civîna xwe ya bê de bahsa tundiyê nekin."   'Dirûşma me bu sembol ji bo lêgrîna azadiyê'   Gulsumê bahsa dirûşma xwe ya "Tu yê qet bi tenê nemeş" jî kir û wiha dawî li axafitna xwe anî: "Ev dirûşim ya kesên alîgirên futobolê ye. Me jinan ev gotina ku mêr ji bo serdestiya xwe bi kar tînin  girt û doza destpêkê ku me şopand jî doza derbarê qetilkirina Munevver Karbulut de bû. Em çûn gel malabta Munevver Karbulut ku tena serê xwe doz dişopand û me got ku hûn ne bi tenê ne em ê jî di lêgerîna edaletê de li gel we bin.  Dirûşma ' Tu qet ne bi tenê yî jî' wê dem me bi kar anî.  Lê di nava salan de ji bo têkoşîna hemû jinan hat bikaranîn. Ji bilî jinan kê daxwaza edaletê kir ev dirûşm bû sembola têkoşîna wan."