Ciwanên Kobanê bi meşeke meşaleyan 15'ê Sibatê şermezar kirin 2020-02-10 09:44:08   KOBANÊ - Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Kongra Star ên di derbarê komploya navneteweyî de ciwanên PYD'ê meşek meşaleyî li dar xistin.   Di rêzeçalakiyên Kongreya Star de Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Kobanê bi dirûşma "Bi ciwantiya şoreşê em ê faşîzmê bişkînin Rêbertî azad bikin" meşek meşaleyî li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PYD'ê hatibûn hildan. Meş ji qada jina azad dest pê kir heta Qada Aştiyê dewam kir.    Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin,  Hevseroka Meclîsa Ciwanên PYD'ê ya herêma Firatê Xunav Xelîl axivî û balkişand ser komploya navneteweyî û wiha domand: "Armanca meşa me şermezarkirina komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo de li ser gelê kurd tê meşandin e. Komploya navneteweyî  21 sal li peyî xwe hişt. Ev dewletên ku niha şerê xwe li ser herêmên me didin meşandin destê wan di nav vê komployê de hene. Armanca dewletan ew e ku projeya netewa demokratîk vala derxin. Îro jî dixwazin yekîtiya gelê herêmê ji hev cuda bikin. Em soz didin Rêber Apo ku em ê li ser fikir û felsefeya wî bimeşin û dagirkeriyê têk bibin."   Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.