Cizîr piştî 3 salan gihîşt berfê! 2020-02-10 09:12:37   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê piştî 3 salan  berf bariye. Piştî berfa bariya zarok û ciwan li kolanan belav bûn, kêfxweşiya berfê jiyan û bi topên berfê lîstin.   Navçeya Cizîr a Şirnexê piştî 3 salan gihîşte berfê. Berfa ku bariya di saetên şevê de herd spî kir û dîmenên rengîn derxistin holê. Berfa ku dibarî zarok û ciwanan wek firsend dît û derketin kolan û parkan bi topên berfê lîstin. Zarok û ciwanên ku bi berfê lîstin wêneyên xwe û berfê jî kişandin.      Cizîriyan, anî ziman ku ji ber berfa dibare gelek kêfxweş bûne û gotin ku ji çend salan carekê li Cizîrê berf dibare.