Avahiya HDP’ê ya Cizîrê şewitî! 2020-02-10 09:11:09   ŞIRNEX -  Li avahiya HDP’ê ya Rêxistina Cizîrê li qatê wê yê yekem şewat derket. Lê nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye.   Duh saet di 22.30’an de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîr a Şirnexê şewat derket. Li avahiya ku pênc qate, odeya arşîvê şewitî. Hat zanîn ku agirê derket ji aliyê weletiyekî ve hatiye ferqkirin û li ser vê yekê bang li agirkujê hatiye kirin. Komên agirkujê yên hatin cihê bûyerê mudaxele kirin û agir vemirandin. Agir li ode û qatên din belav nebû. Her wiha nayê zanîn ku agir ji ber çi derketiye. Ji ber ku odeya arşîvê şewitî alên HDP’ê, pirtûk û broşür şewitîn.   Piştî ku agir hat temirandin ji Midûriyeta Emniyeta  Navçeyê lêkolîn li cihê bûyerê kir. Li gor gumanan agir ji ber  qûndaxkirinê derketiye.     Hevserokên navçeyê jî agir ji ber kîjan sedemê derketiye ji bo bê zanîn xwestin ku qamerayên mobesê bên lêkolîn kirin.