Jinên ciwan: Em ê bi hêvî û bawerî têkoşîna xwe bidomînin 2020-02-10 09:08:45         Rengîn Azîzoglu   AMED - Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê diyar kirin ku tecrîd ne tenê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê û gotin ji bo şikandina tecrîdê xwe berpirs dibînin û wiha berdewam kirin: “Em dikarin tecrîda li ser Birêz Ocalan bişkînin. Em ê roj bi roj bi zêdetir hêvî û baweriyê têkoşîna xwe bidomînin. Di rewşa em li berxwe bidin de em ê her tiştê ku hatiye windakirin şûnde bigirin.”   Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî vê li hemû girtîgehan grev bela bû. Piştî grevê di 2’ê Gulana 2019’an de parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an û malbat jî ji 12’ê Tebaxa 2019’an heta niha nikarin hevdîtinê pêk bînin. Piştî grevan 5 hevdîtin pêk hatibûn. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê derbarê tecrîda roj bi roj giran dibe de axivîn.   ‘Pêvajoyeke kurt hat jiyîn’   Endama Meclîsa Jinên Ciwan a HDP’ê Berîtan Yaşar diyar kirin ku bi grevên birçîbûnê re pêvajoyek tije jiyane û hem li kolanan hem li girtîgehê û hem jî di qada navneteweyî de ji bo şikandina tecrîdê têkoşîn hatiye meşandin û wiha got: “Li her derê cîhanê ji bo şikandina tecrîdê grev û çalakî pêk hatin. Bi taybet jin û dayik xwedî li têkoşînê derketin. Ev berxwedan roj bi roj mezin bû û bi îstîkrar ji tecrîdê re gotin ‘na’. Hat diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e. Piştî grevan hat gotin ku wê çareserî pêk bê lê pêvajo kurt berdewam kir.”   ‘Ji kaosê xwedî dibin’   Berîtanê destnîşan kir ku wek jinên ciwan bi rojeva tecrîdê li qadan bûne û got: “Ji bo tecrîd bê şikandin me têkoşîn da û em ê bidomînin. Der barê jiyana jinên ciwan de jî tecrîd pêk hat. Di vê pêvajoya ku faşîzm derket asta herî jor, jinên ciwan ewil bûn hedef. Bi vê rojevê me xwe rêxistin kir û li her qadê me dengê xwe da bihîstin. Gelo ji bo Rêberê Gelê Kurd bigihêje azadiya xwe divê her tim grev pêk bên? Ji bo vê gelek kesî dest ji jiyana xwe berda. Di hevdîtinên hatin kirin de Birêz Ocalan got wê di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bike. Tirkiye ji kaosê xwedî dibe. Ji bo temenê xwe dirêj bike ji koasê xwedî dibe.”   ‘Mirovan azadiya xwe ji bîr kirin’   Esengul Kiliç bi lêv kir ku ji bo tecrîdê bişkînin xwe berpirs dibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû civakê pêk tê. Li cihekî ku mirov xwe azad nebîne li wir tecrîd heye. Tecrîd ne tenê çar dîwar e, tecrîd ‘astengkirina fikr û jiyanê ye’. Dema dewlet tê rexnekirin, dema tê gotin ku destûra bingehîn pêk nayê, dibêjin hûn sûcdar in. Ev parçeyê şerê taybet e. Dema tu li welatekî bijî û neçar be destûra bingehîn pêk bê, tu azadî ku rexne bikî. Lê li vî welatî azadî hatiye jibîrkirin. Tecrîd pirsgirêka zîhniyetê ye. Em jinên ciwan vê wisa digirin dest.”   ‘Em li berxwe bidin, em ê bi ser bikevin’   Esengulê di dawiya axaftina xwe de kesên girtî xwedî mafê hevdîtina bi malbatê re û mafê girtina agahiyê ne û got: “Jin tên qetilkirin, windakirin, rastî îstîsmara zayendî tên. Lê kujer, berpirs tu cezayî nagirin. Polîtîkayên dijberê jinan girêdayê tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Roj bi roj zêdetir jin tên qetilkirin û îrade tê tunekirin. Em ê roj bi roj bi hêvî û înat têkoşîna xwe bidomînin. Em bi piştevaniyê dikarin tecrîdê bişkînin. Tiştên hatine windakirin bi berxwedanê dikare şûnde bê girtin.”