‘Li dijî şîdet û îstîsmarê hêza têkoşînê piştevaniya jinê ye’ 2020-02-10 09:05:17   Şehrîban Abî   WAN - Jinan bertekên xwe yên li dijî sererastkirina ‘Di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efû’ û zêdebûna şîdeta li ser jinan, nîşan dan û gotin: “Ev sererastkirinên wisa şîdet û îstîsmarê zêde dikin. Li dijî vê hêza têbikoşe jî jin in.”   Li gorî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya sala 2019’an di 2019’an de 474 jin hatine qetilkirin. Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kirine jî di çileyê 2020’an de 33 jin hatine qetilkirin. Şîdeta li ser jinê her diçe zêde dibe û li aliyê din jî hikûmet bi pakêtên darazê îstîsmara zarokan rewa dike. Tê payîn ku pêşnûme qanûna ku ‘di îstîsmara zarokan de bi riya zewacê efûyê tîne’ bi pakêta daraza duyemîn bikeve rojeve meclîsê. Jinan bertek nîşanê pêkanînan dan.   ‘Em dikarin kuştinên jinan bi hev re rawestînin’   Civaknas Mulkiye Tekîn, diyar kir ku xwendekara zanîngeha Dêrsîmê Gulîstan Doku ji 5’ê Çile de windaye û got jin bi hêsanî ji aliyê mêran ve tên qetilkirin û got: “Piştî jin tên kuştin dibêjin întîxar kirine. Gumanbar jî ceza nagirin. Li dijî vê hêza têkoşînê piştevaniya jinê ye. Jin ji aliyê mêran ve rastî her cureyê şîdetê tên. Ev ji malbatê dest pê dike. Bi piştevaniya jinan re dikare pêşî li şîdet û kuştinên jinan bê girtin.”   ‘Bi destê dewletê pêk tê’   Rabîa Bayraktar jî destnîşan kir ku pêşnûme qanûna ku hikûmetê di mijara 2016’an de anîbû rojevê niha dîsa xistiye rojevê. Rabîayê bertek nîşanê rewşê da û got: “Ne tenê kuştina jinan, îstîsmarkirina zarokan jî ji ber van pêşnûmeyan pêk tê. Jinên tên qetilkirin bi taybet jinên li dijî zîhniyeta serdest ya mêr serî hil didin e. Jinên ku dibêjin ew jî mirov in, şexs in, rastî her cureyê şîdetê tên. Ev rewşeke ku nayê qebûlkirinê ye. Ji bo vê têkoşîn gelek girînge.”