'Perwerde ji nan û avê girîngtir e' 2020-02-10 09:03:06   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Rêveber û Endamên Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star li ser girîngiya perwerdeyê axivîn û got: "Ji bo ku em karê xwe hîn berfirehtir bikin me dest bi perwerdeya birdozî û kooperatîfê kir."    Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star a bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişloyê ji bo pêşxistina aboriya jinê û firehiya projeyên ku ji jinan re tên pêşxistin  dest bi perwerdeya  birdozî û kooperatîfan kir.  18 jinên ji pêkhateyên kurd û ereb tevlî perwerdeyê bûn û wê ev perwerde hefteyek dewam bike. Têkîldarê perwerdeyê Rêveber û endama komîteya aboriyê li ser perwerdeyê axivîn.    'Perwerde ji nan û avê girîngtir e'   Rêvebera Komîteya Aboriya jinê ya Kongreya Star Meysa Farûq li ser girîngiya perwerdeyê axivî û wiha got: "Ji bo ku em karê xwe hîn berfirehtir bikin me dest bi perwerdeya birdozî û kooperatîfê kir. Dewreya ku hatiye vekirin li ser navê şehîd Dûnya ye. Divê perwerdeyê de 18 jinên ji pêkhateyên kurd û ereb hene. Her ku perwerde tê dayîn xwesteka jinan ji kar re zêdetir dibe, ew jî mirovan kêyfxweş dike. Jin bi rêya perwerdeyê xwe nas dikin, ji bo wê perwerde ji nan û avê girîngtir e."   'Mirov bi perwerdeyê civaka xwe bi rêve dibe'   Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Selîma Mihemed jî tevlîbûna xwe ji bo perwerdeyê wiha nirxand: "Em bi daxwaza xwe tevlî perwerdeya aboriya jinê bûn. Perwerde ji bo hemû kesan gelek girîng e, ji ber mirov bi perwerdeyê zane dibe û civaka xwe bi rêve dibe."