Şandeyek ji Rêvberiya Xweser serdana Kampa Waşokanî kir 2020-02-09 16:30:50   HESEKÊ - Bi armanca şopandina rewşa koçberên kampa Waşokanî, îro şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana kampê kir.   Di 9'ê Cotmahê de dewleta tirk û hevkarên wê bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, di encamê de bi hezaran kesî koçî cihên ewl kir. Rêveberiya Xweser di 21''ê cotmehê de ji bo bicihkirina koçberan kampa Waşokanî da avakirin.  Bi armanca şopandina rewşa koçberên kampa Waşokanî îro şandeyek ji Rêvberiya Xweser serdana Kampa Waşokanî kir.   Şande ji 6 kesan pêk dihat. Şêwermenda Rêvberiya Xweser a herêma Cizîrê Dîlber Yûsif, Hevseroka Desteya Rêvber a herêma Cizîrê Nezîra Goriya, Hevserokê Desteya Rêvber a herêma Cizîrê Tilat Yûnis, Şêwermendê Kampê herêma Cizîrê Rojhat Elî, Cîgerê Desteya Kar û bar ê herêma Cizîrê Mehmûd Kero, Qomîteya şopandinê a Kantona Hesekê Macda Emîn û Hevserokê Kampa Waşokanî Xalid Xelo di şandeyê de cih gitin. Şande serdana Meclisa Kampa Waşokanî, Heyva Sor a Kurd, dibistanên kampê û koçberan kir.   'Em ê hemû derfetên xwe têxin bin xizmeta koçberan'   Têkîldarî vê mijarê Hevseroka Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Goriya teqez kir ku ji bo bi cihkirina koçberên kampa Waşokanî dê kampê berfirhetir bikin û wiha pê de çû: "Em îro serdana kampa Waşokanî dikin, me xwest em rewşa koçberan a jiyanî bişopînin û alîkariya wan bikin, di serdana me de hat xuyanê kirin ku pêwiste em kampa Waşokanî berfirehtir bikin."   Nezîrayê di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em ê hemû derfetên xwe têxin bin xizmeta koçberan, îro me xwest em rewşa wan a jiyanî bi taybet di aliyê xizmetguzarî bizanibin da ku em li ser kêmaniyan bisekinin."   Nezîrayê di dawiya axaftina xwede bang li saziyên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û koçberên Serêkaniyê û Girê spî paşguh nekin.    Paşê şande di nava koçberan de geriy û pirsgirêkên wan guhdar kirin da ku çareyek ji wan re bibînin.