Li Şehbayê li dijî komployê civîn hat lidarxistin 2020-02-09 16:26:10   ŞEHBA - Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî, li Şehbayê Meclîsa Kantona Efrînê li gundê Til Qireh civînek li dar xist.    Meclîsa Kantona Efrînê li Şehbayê li gundê Til Qireh bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku di kesayeta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd tê meşandin, civînek ji bo kesên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine li darxist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hat pêşkêşkirin.    Paşê Endama Koordînasyona Konreya Star Hediye Yusif axivî. Hediye balkişand ser komploya navneteweyî û wiha pê de çû: "Roja 15'ê sibatê rojek reş e. Komploya navneteweyî di 9'ê cotmeha 1998'an de dest pê kir û heta niha jî di kesayeta Rêber Apo de li ser Gelê Kurd tê meşandin.  Dewleta tirk dixwaze projeya netewa demokratîk ku hemû gelan di nava xwe dihewîne têk bibe, lê berxwedan û têkoşîna gelan wê komplo û xeyalên dijmin vala derbixîne."   Civîn bi nîqaşên li ser komploya navneteweyî bi dawî bû.