Li Kobanê baxçe û danîngeha Kulîlkên pêşerojê hat vekirin 2020-02-09 15:18:30   KOBANÊ - Desteya Jin a herêma Firatê û Komîteya Jin a Kantona Kobanê baxçe û danîngeha Kulîlkên pêşerojê bi meresîmekê vekirin.   Bi armanca perwerdekirina zarokan di her alî de û ji bo derfet  jinan re were vekirin ku karibin bi awayekî serbest kar û xebatên xwe bidin meşandin, Desteya Jinê  ya herêma Firatê û Komîteya Jinê ya Kantona Kobanê baxçe û danîngeha Kulîlkên pêşerojê li Kobanê bi meresîmekê vekirin. Di meresîmê de bi dehan malbatên zarokan, endamên sazî û dezgehên Kobanê amade bûn.   Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Cîgira Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê Rozîn Muhemed xêrhatina mêvanan kir û wiha got: "Em spasiya desteya malî û Rêveberiya Xweser dikin ku di vê projeyê de alîkariya me kirin. Danîngeh ji bo zarokan cihekî girîng e. Ger ku danîngeh tune bin dayik nikarin kar û xebatan bidin meşanin an jî astengî li pêşiya wan derdikevin. Bi rêya baxçeyê Kulîlkên pêşerojê em dixwazin ji zarokên xwe re pêşerojeke aram û azad ava bikin."   Her wiha di meresîmê de bi navê desteya jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidiro vekirina saziyê pîroz kir û got: "Armanca me ji vekirina vê saziyê ew ku em zarokan perwerde bikin û nifşekî zane pêş ji bo pêşerojê amade bikin. Her wiha bi rêya vekirina Baxçe û Danîngeha Kulîlkên pêşerojê em dixwazin bi dayikan re bibin alîkar û derfet ji bo jinan were afrandin ku di vê projeyê de kar bikin. Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Projeya me ya netewa demokratîk di bin êrîş û gefan de ye. Îro careke din em girêdana xwe bi projeya netewa demokratîk re nîşan didin ji ber ku ev proje mafê hemû pêkhateyan diparêze. Bi vekirina Baxçe û Danîngeha Kulîlkên Pêşerojê ji dijmin re didin diyarkirin ku berxwedan û têkoşîna me li ser vê xakê berdewam e."   Piştî axaftinan zarokên ji baxçeyê Kulîlkên Pêşerojê û ji Baxçeyê Hêvî ya zarokên astengdar hunerên xwe yên dîlanê pêşkêş kirin.   Di dawiya meresîmê de jî deriyê Baxçe û Danîngeha Kulîlkên Pêşerojê ji aliyê zaroka bi navê Mîra Hesen ve hat vekirin.