Li Mîksê ji ber barîna berfê xebatên lêgerînê nayên kirin 2020-02-09 13:05:51   WAN - Li Mîksê li herêma ku aşût ketibû roja berê navber dabûn xebatên lêgerînê. Lê ji ber barîna berfê û bagera heyî xebatên lêgerînê careke din nehatin destpêkirin.   Di 4 û 5'ê Sibatê de li navçeya Mîksê ya Wanê aşût ketibû û ji ber sersariya rayedaran 41 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Xebatên lêgerîna kesên di binê aşûtê de man ku berdewam dikirin roja berê navber hatibû dayîn. Xebatên ku navber danê ji ber barîna berfê û bagera heyî lêgerîna ji bo xebatkarê agirkujê Mehemetcan Taşdemîr ku di encama ketina aşûta duyem de pêk hat û winda bû nikare bên destpêkirin.