Li Mêrdînê çar kesî jiyana xwe ji dest da 2020-02-09 12:29:11   MÊRDÎN - Li Navçeya Şemrexê ya Mêrdînê, agir bi malekê ket. Di şewatê de dayikek û 3 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan.    Şevê din li Şemrexa Mêrdînê, agir bi mala malbata Tur ket. Di şewatê de dayik (34) Nisan Tur û zarokên wê yên di navbera 1 û 7 salî de Mîran, Lorin û Ecrin jiyana xwe ji dest dan. Piştî welatî pê hisiyan û bi hawarê çûn bang li yekîneyên agirkujê kirin. Heta ku welatiyan û yekîneyên agirkujê mudaxaleyî agir kirin û agir vemirandin, dayik û 3 zarokên xwe ji ber dûxanê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.    Piştî bûyerê cenazeyên dayik û 3 zarokan rakirin morga nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyarkirin ku piştî otopsiyê cenaze şandine Amedê. Tê payin ku piştî otopsiyê cenazeyan li Şemrexê defin bikin.