Ji şaredarê AKP'yî di bin navê 'kampanyaya Alîkariyê' de qirkirina daran 2020-02-09 11:02:48   ŞIRNEX - Di civîna ku bi sernavê "Em bi hev re, li gel Îdlîbê ne" hat lidarxistin de Şaredarê bajarokê Erbanê yê AKP'yî  Halef Înan, soza 50 ton êzing da û fermana qirkirina daran da.   Li navçeya Hezex ya Şirnexê di 7'ê Sibatê de di bin navê  "Em li gel hev, li gel Îdlîbê ne" civînek hat lidarxistin. Ji civîna hat lidarxistin re qeymeqamê Hezexê ku wekî qeyûmê tayînî şaredariya Hezexê hat kirin Zafer Sax pêşengtî kir, Şaredarê bajaroka Deştdarê Abdulkadîr Balca, yê Bajaroka Erbanê Halef Înan û Mudurên saziyan, saziyên sivîl û esnaf tevli civînê bûn.   Ji şaredarê bajarokê qirkirina daran   Di civînê de hat aşkerakirin ku Şaredarê Bajarokê Erbanê di bin navê kampanyaya alîkariyê de soza ku ji bo Idlîbê 50 ton êzin bişîne daye.  Piştî fermana hevşaredar di heman rojê qirkirina daran hat destpêkirin û êzingên ji darên hatin birîn li ber şaredarê hatin komkirin.     Şaredariya AKP'yî ya bajarokê wê ji bo Îdlîbê 5 milyaran bibexşîne   Herwiha hat diyarkirin ku Şaredarê Bajaroka Deştdarê yê AKP'yî Abdulkadîr Balca jî wê ji bo Îdlîbê 5 milar TL bibexşîne.   Di daxuyaniya qeymeqamtiyê de ku li ser malpera qeymeqamtiyê hat weşandin de jî alîkariya sotemenî û pere ku wê bê kirin  hat piştrastkirin.