‘Hikûmet bi tecrîdê dixwaze li her qadê gelê Kurd bê îrade bihêle’ 2020-02-09 09:26:11   MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû civakê dike û got wê ji vê pêvajoyê bi rêxistinê derkevin. Perîhanê wiha got: “Bi tecrîdê dixwazin ku fikrên Abdullah Ocalan negihêje gel û her kes bêdeng bimîne.”   Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî vê li hemû girtîgehan grev bela bû. Piştî grevê di 2’ê Gulana 2019’an de parêzeran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Parêzer ji 7’ê Tebaxa 2019’an û malbat jî ji 12’ê Tebaxa 2019’an heta niha nikarin hevdîtinê pêk bînin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu diyar kir ku tecrîda heyî civakî ye û got ev rewş herî zêde bandorê li ser jinan dike.   ‘Tecrîd her tiştî diyar dike’   Perîhanê daxuyakirin ku tecrîda giran bi pêvajoya komployê re dest pêkiriye û bi salane didome û got: “Pêvajoya siyasî ya bi tecrîdê re pêş ket, encama herî mezin a tecrîdê ye. Abdullah Ocalan di encama kompoloyekê de hat girtin û bi salan e li Îmraliyê tê girtin. Ev tecrîd bi fîzîkî sînor namîne. Geşedanên tên jiyîn nîşan dide ku tecrîd giran bûye. Bi şoreşa jinan a li Rojava re wateya tecdrîdê veguherî.”   ‘Dixwazin pêşî li fikrên Birêz Ocalan bigirin’   Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zext û pêkanînên dijhiqûqî yên li hember Abdullah Ocalan roj bi roj zêde bûne û ev tecrîda ku gelek aliyên wê hene, di Pêvajoya dawî de bi neçareseriya li Rojhilata Navîn tê jiyîn ve jî eleqeder e. Perîhanê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Mîsyona siyasî ya HDP’ê û têkoşîna jinên Kurd li cîhanê tê nasîn. Ev jî yek ji sedemên girankirina tecrîdê ye. Hikûmeta ku vê baş dizane, dixwaze li her qadê gelê Kurd bê îrade bihêle. Krîzên tên jiyîn, qirkirinên jinan û şaşiyên di siyaseta derve de encama tecrîdê ye. Naxwazin fikrên Birêz Ocalan bigihêjin gel û mirov bibin xwedî cesaret.”   ‘Yên hikûmetê rexne dikin tên girtin’   Perîhanê bi lêv kir ku tecrîd herî zêde bandor li ser jinan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destihlatdarî dizane ku îradeya herî mezin bi jinan re dest pê dike. Dixwazin civakê di vî alî de biguhere. Desthilatdariya vê dizane, bi tecrîdê derdikeve pêşberî me. Niha li Tirkiyeyê, yên gotina xwe dibêjin, yên hikûmetê rexne dikin tên girtin. Mirov neyên girtin jî li derve di alî civakî, aborî û hemû qadan de di bin tecrîdê de ne. Ev tecrîd beriya her tiştî civakiye. Ne pêkane em tecrîdê sînor bikin.”   ‘Dem dema rêxistinbûnê ye’   Perîhanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya rêxistinbûnê ya li dijî van pêkanînan û wiha dawî lê anî: “Ev dem dema rêxistinbûnê ye. Bi vî awayî ev pêvajo dikare bê rêxistinkirin. Tecrîd tenê bi jin an jî siyasetê nayê sînorkirin. Bandora wê ya li ser qadê gelek berfireh e.”