Zarok wekî pezkoviyan dibezin kolanê! 2020-02-09 09:03:18   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Bi bihîstina dengê balafirên şer û keşfê yên li asîman û metirsiya avêtina topan zarokên Um El-Kêfê wekî pezkoviyan dibezin kolanên gund û bi hêviya ku bibin hêza rawestandina êrîşan, dilîzin.   Berxwedan bi xwe gelek reng û şêwayê wê hene. Şêwayek berxwedanê jê berxwedana Um El-Kêfê ye. Ji zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70 salî li ber xwe didin, lê berxwedana wan ji hev cuda ne. Ev berxwana di heman demê de ji bo parastinê ye. Pêwîstiya hemû zindiyan bi parastinê heye. Bi taybet zarokên ku di nava şer de mezin dibin, pêwîstiya wan bi hewayeke paqij heye ku bikaribin di nav de xeyalên xwe yê siberojê bineqişînin û bi wê hêviyê bijîn û derdorê bi xwe re bidin jiyîn.   Ruxmî êşên ku dijîn, jiyaneke nû di nava şer de diafirînin    Zarokên Rojavayê Kurdistanê ku di nava şoreşê de mezin bûne, ji xwendin û perwerdeya xwe ya dibistanan gelek caran qut bûne. Xwişk û birayên xwe di nava êrîş, topbaranên DAÎŞ'ê û bombebaranên dewleta tirk de winda kirin. Beşek ji wan jî hin organên laşê wan ji ber topbaranê winda kirin û ruxmî hemî zehmetiyan jî dijîn û dilê derdorê şad dikin.   Yek ji kêliyên berxwedana zarokên Um El-Kêfê    Zarokên Um El-Kêfê jî bi bihîstina dengê balafirên şer û (keşfê) ango yên biçek û bê mirov yên dewleta tirk wekî çûkên ku dixwazin zarokên xwe ji êrîşan biparêze difirin, wekî pezkoviyan jî dibezin derveyî mal û li kolanan kom dibin û ji xwe re dilîzin. Ne ku bi bihîstina dengê balafiran kêfxweş dibin, lê bi vê tevgera xwe re dixwazin vê peyamê ragîhinin ku ew li vir in û bila vir bombebaran nekin. Peyama din jî bi lîstina xwe ya ku ew jî yek ji şêwayê berxwedanê ye ew e ku dayik, bav, xwişk û birayê xwe û tevahî şêniyên gund biparêzin.    Zaroktiya wan mezinahiya hizirîn û fikirandina wan a aşîtiyê vedibêje.   'Dema dengê balafirê dibihîzim ez dibezim kolanê û dilîzim'   Buşra Mihemed ku temenê wê 8 salî ye tevî malbata xwe li Um El-Kêfê dijî tevgera xwe ya bi bihîstina dengê balafirên dewleta tirk re wiha ji me re vedibêjê: "Dema ku ez dengê balafirê dibihîzim yekser ez derdikevim derveyê malê û li kolanê digerim û ji xwe re dilîzim. Da ku min bibînin û mala me û gund giştî topbaran nekin. Ez ditirsim, lê neçar im ku wiha bikim. Ez dibêjim yan na wê mala me topbaran bikin."   Pisîka xwe jî diparêze   Buşra ne tenê mala xwe naxwaze ku pisîka wê jî zirarê bibînê, ji ber wê her pê re dilîzê û henekan pê dike. Ji nava malbatê giştî pisîk ji wê hez dike û her diçe û tê cem wê. Girêdaneke mezin di navbera wan de heye.   Awirên wê kurahiya fikirandina wê dide der     Di awirên Buşra de kurahiya fikirandina wê dide der. Kenê wê yê ku ji dil der tê birîna xwişka xwe ya astengdar û dayika xwe dikewîne Êş û azarên wan dide jibîrkirin. Ev yek di tevgera wê de baş dihate dîtin.   Hêjayî gotinê ye ku zarokên gund di nava şer de êdî di rêbazên xweparastinê de pispor bûne.