ROJEVA 9'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-09 09:00:00   *Meyaser Sogut wekî bi hezaran jinên kurd di nava zext û zordariyê de jiyaye. Meyaser bi hevokên dengbêjiyê wiha qala xwe kir: "Me qîz û lawên xwe wenda kir, me rez û pezê xwe wêran kir û me ji welatê zêr û zîf koç kir. Niha cihek nemaye em biçin..." DÎMEN HEYE    *Bi bihîstina dengê balafirên şer û keşfê yên li asîman û metirsiya avêtina topan zarokên Um El-Kêfê wekî pezkoviyan dibezin kolanên gund û bi hêviya ku bibin hêza rawestandina êrîşan, dilîzin. DÎMEN HEYE    *Jinên Kurd ên Êzidî derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku tecrîda giran nayê qebûlkirin û wiha gotin:"Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rêber Apo tecrîdek bi vî rengî tu carî heq nake. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe em ê heta dawî têbikoşin." BI DÎMEN   *Endezyara Jeolojiyê Dîlvîn Yilmaz diyar kir ku taybetiya zemînên avahî lê tên çêkirin, nayê zanîn, di erdhêjan de bandor zêdetir li van avahiyan dibe û got: “Mînak li Golcukê erdhêj çêbû li Avcilar bi dehan avahî hilweşiyan. Ji ber zemîna wir ne musaît e. Li Stenbolê herêmên ku têk çûne û şemitîne tên zanîn. Ev herêmên bi rîsk in.”   *Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, diyar kir ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li ser hemû civakê dike û got wê ji vê pêvajoyê bi rêxistinê derkevin. Perîhanê wiha got: “Bi tecrîdê dixwazin ku fikrên Abdullah Ocalan negihêje gel û her kes bêdeng bimîne.” BI DÎMEN   *Emîne Ecan a li Edenê 35 sal e dirûnvaniyê dike, tevî hatiye 73 saliya xwe û pirsgirêkên tenduritiyê dijî neçare bixebite. Emîneyê diyar kir ku ji ber krîzê bi zor debara xwe dikin û got: “Em êdî nikarin fatureyên xwe bidin.”