Rêyên 550 gundên Wanê ji ber barina berfê hat girtin 2020-02-08 11:37:08   WAN - Ji ber barina berfa zêde rêyên 550 gundên Wanê ji çûn û hatinê re hatin girtin.    Li Wanê, duh êvarê gelek berf bariya. Ji ber vê berfê li navçeya Miksê 74, li navçeya Elbakê 122, li navçeya Ebexê, li navçeya Artemêtan 5, li navçeya Erdîşê 25, li navçeya Payîzavayê 113, li navçeya Rêya Armûşê 1, li navçeya Bêgiriyê 17, li navçeya Serav, li navçeya Qelqeliyê 60 bi giştî rêyên 550 gundî ji çûn û hatinê re hatin girtin.