‘Gumanbarê komkujiya Sêwasê tê tahliyekirin lê kurê min nabin nexweşxaneyê jî’ 2020-02-08 09:05:52   STENBOL - Dayika girtiyê nexweş Selman Akpinar, Koçer Akpinar diyar kir ku gumanbarê komkujiya Sêwasê ji aliyê serokomar ve tê efûkirin û tê berdan, lê kurê wê nabin nexweşxaneyê û got: “Êdî bes e, gelo çi mafê wan heye ku vê zilmê bikin? Divê wekhev nêzî girtiyan bibin.”   Li gorî Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê li girtîgehan 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku tevî raporên wan yên STE û nexweşxaneyê hene jî nayên berdan. Gumanbarê komkujiya Sêwasê Ahmet Turan Kiliç, ji aliyê serokomariyê ve bi hinceta pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene ji girtîgehê hat tahliyekirin. Piştî vê rewşa girtiyên nexweş dîsa hat rojevê. Yek ji girtiyên nexweş Selman Akpinar e û li girtîgeha Edîrneyê girtiye.   ‘Du salan di hucreyê de ma’   Dayika wî Koçerê diyar kir ku kurê wê ji mijdara 2009’an de ye girtiye û gelek caran hatiye sirgunkirin û got: “Ji Stenbolê sirgunê Tekîrdagê ji wir dîsa sirgunê Stenbolê kirin. Ev 6 sal zêde ye li Edîrneyê girtiye. Di navbera 2014-2015’an de di hucreyê de ma. Nexweşiya wî jî li wir dest pê kir. Nexweşê Vertîgo ye. Serê wî gêj dibû, mîdeya lihev diket û ji ser hişê xwe diçû. Ji ber tenê bû kesî mudaxale jî nedikir. Dermanên wî nedihat dayîn.”   ‘Nabin nexweşxaneyê’   Koçerê destnîşan kir ku Selman dema di greva birçîbûnê de bû, ji tiliyên lingan emeliyet bûye û ji ber di grevê de bû dermanên wî nedidanê û got: “Êşên mezin jiya. Gelek kîlo winda kir. Piştî grevê rakiribûn nexweşxaneyê. Dayika min ew çûn hevdîtin awî. Nedihat nas kirin. Nikaribû biaxiviya. Daxwazên wî nayên pêkanîn. Selman nayê dermankirin. Nabin nexweşxanê. Tevî dibêje jî nabin.”   Koçerê balkişand ser binpêkirinên mafan yên di sewqkirina nexweşxaneyê de û got: “Ji ber lingê wî emeliyatkiriye nebaş e. 5 mehe nikarim biçim cem wî. Ket greva birçîbûnê. Li nexweşxaneyê ma. Goreyên min jê re biribûn jî nedanê. Gotin bi postayê bişînin. Heta girtiyan dibin nexweşxaneyê wan bêzar dikin. Dermanan jî bi awayekî kêfî didinê.”   Koçerê bertek nîşanê berdana gumanbarê Sêwasê jî da û got: “Yên ji zîhniyeta wan e, berdidin. Lê zarokên me terorîst îlan dikin. Bila xwedê mafê me ji wan re nehêle. Ev eziyet bes e. Divê wekhev nêzî girtiyan bibin.”