Saziya Tenduristiyê ya Wargeha Mexmûrê derbarê 15'ê Sibatê de daxuyanî da 2020-02-07 16:26:35   MEXMÛR - Saziya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê 15'ê Sibatê de daxuyanî da.    Saziya Tenduristiyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) derbarê 15'ê Sibatê de daxuyanî da. Berî daxuyanî dest pê bike ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê endama Saziya Tenduristiyê Bêrîvan Unver ve hat xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   "Wek sazî û xebatkarên tendirustiyê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tecrîda ku li hemberî Rêber Apo tê kirin em bi tundî şermezar dikin. Ev tecrîda girankirî binpêkirina mafên mirovan e. Komploya navneteweyî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an di kesayeta Rêber Apo de, li hemberî tevahî Gelê Kurd dest pê kirî, bi şêwazên cuda heta roja îro berdewam dike. Bi hewildana Gelê Kurd û Rêber Apo komplo negihaşt armanca xwe. Loma jî pêkanînên dijmirovî li hember Rêber Apo didin meşandin. Ji hemû mafên girtiyan bê par tê hiştin, di nav tecrîdê de tecrîd tê kirin. Rêbertî ji hevdîtina li gel parêzeran û malbatê jî bêpar tê hiştin.   Tecrîda ku bi salane dem bi dem li dijî Rêber Apo tê meşandin, di vê dema dawiyê de carek din hatiye girankirin. Tecrîd şêweyê îşkenceya di asta herî jor de ye. Em bi tu awayî vê tecrî dê qebûl nakin. Rêbertiya me her dem ji bo azadiya netewan tev geriyaye. Di hemû pêvajoyên xetimîna siyaseta li Tirkiyê de bi hewildanên çareseriya Rêbertî zelalî daye çêkirin. Li beramberî şer û polîtîkayên ser rojhilata navîn, îdeolojî û paradîgmaya Rêbertî alternatîfa azadiya gelan e. Lewma hêzên berjewendîperest yên tim dixwazin ser vê axê gelan bi gelan bidin qirkirin û ji vê yekê sûd bigirin, li dijî komployê nesekinîne.     Em wek xebatkarên saziya tendirûstiya wargehê ku bi karên tendirûstiya mirovî re radibîn, di serî de tendirûstiya Rêbertiya me mijara herî li pêş e. Ji ber tendirûstiya her Kurdekê bi tendirûstiya Rêbertî ve girêdayî ye. Ji bo vê yekê jî em bang tevayê gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de, ji hemû deman zêdetir li beramberî rewşa Rêbertî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha bang saziyên peywendîdar yên ku mafê mirovan diparêzin dikin ku bi erkên xwe yên mirovî re rabin."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo","Bijî azadiya gelan","Bimre her cureyê tecrîdê" bi dawî bû.