‘Berpirsyarê vê hovîtiyê îktîdara AKP’ê ye’ 2020-02-07 13:54:01   ŞIRNEX - Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, bi wesîleya 4'emîn salvegera komkujiyên li naçeyê ku di sala 2015'an de hatin kirin, welatiyên di jêrzemînên avahiyan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. HDP'ê di daxuyaniya xwe diyar kir ku berpirsê komkujiyan îktîdara AKP’ê ye.   Piştî îlankirina rêveberiyên xweser a li navçeya Cizîr a Şirnexê di 14'ê Adara 2015'an de piştî qedexeya ku hat îlankirin hatibû aşkerekirin ku li jêrzemînan bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîrê, têkildarî salvegera 4'emîn a komkujiyan daxûyaniyek da û komkujî careke din şermezar kirin. Daxuyanî bi tevlibûna parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), rêvebiriya navçeya Cizîrê û gelek kesî hat dayîn. Daxuyanî ji laiyê  Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Uzeyîr Kilinç ve hat xwendin.    ‘Mafê jiyanê hat binpêkirin’   Uzeyîr, da zanîn ku di ser hovîtiya li Cizîr û Sîlopiyê di14'ê Adara 2015'an di dema qedexeya derketina derve de pêk hat re 4 sal derbas bûn û wiha got: “Di dema qedexeya derketina derve de nêzî 300 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di dema şer de ji ber çekên giran hatin bikaranîn bi hezaran xaniyên li taxên Yafes, Sûr, Cudî û Nurê hemû hatin hilweşandin. NY'ê wê demê ev bûyer wekî ‘tabloyek qiyametê’ pênase kiribû. Di dema qedexeyan de mafê jiyanê û binpêkirina mafên mirovan derketibû lutkeyê. Mafê jiyanê herî zêde  wê demê hat binpêkirin. Her wiha ev qedexe ne bi tenê qedexeya derketina derve, qedexeya jiyanê jî bû.”       ‘Berpirsyarê van hovîtiyan îktîdara AKP’ye’   Uzeyîr, bi bîr xist ku di encama qedexeya 79 rojan berdewam kir de 288 kesî jiyana xwe ji dest daye, ji van yek jê pitij,  bi giştî 41 zarok û 22 jin hatine qetilkirin. Uzeyîr, di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “Di ser komkujiyên hatin kirin re 4 sal derbas bûn. Lê kesên ji van komkujiyan berpirs hîna neatine darizandin. Van komkujiyan jî wek Komkûjiya Roboskê dixwazin di dehlîzên Enqere de veşêrin. Di dosyeyên ku ji hêla hiqûqî de hatine vekirin tu pêşketin tune ye. Gelek dosya bi bêşopandinê bi encam bûn. Kûjer ji aliyê îktîdarê ve tên parastin û polîtîqayên bêcazabûnê di dewrê de ne.  Di encama hovîtiya li jêrzemînan de ji kesên ku jiyana xwe ji dest dan hîna cenazeyên 14 kesî winda ye. Berpirsyarê vê hovîtiyê îktîdara AKP’ye.  Heta ku kûjer bên cezakirin em ê em ê vê dozê bişopînin. Kesên berpirsyar dê bên darizandin.”