Lêgerînên herêma aşûtê dîsa dest pê kir 2020-02-07 12:42:47   WAN - Li herêma aşûtê ya li ser rêbejahiya navçeya Miksê ya Wanê pêk hat, 41 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birin dar bûn, dîsa dest bi xebata lêgerînê hat kirin.     Li ser rêbejahiya navçeya Miksê ya Wanê, karesata aşûtê ya yekemîn a di 4’ê Sibatê û ya duyemîn jî di 5’ê Sibatê pêk hatin de, ji ber şert û mercên hewaya giran duh navber ji bo xebatên lêgerînê hatibûn dayîn. Di saetên serê sibehê de, ji nû de dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin kirin. Di karesata aşûtê de heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest dan û 84 kes jî birîndar bûn. Ekîbên lêgerînê yên hatin cihê herêma aşûtê, ji bo Mehmetcan Taşdemîr ê di bûnya Serokatiya Daîreya Agirkûj a Şaredariya Bajarê  Mezin  a Wanê de karê agirkujiyê dikir bibîni dest bi xebatan kirin.     14 cenaza do hatin definkirin   Kar û xebatên definkirina cezayên dibin aşûtê de mayine dewam dikin. Duh ji 41 kesên di felaketa aşûta li Miksê de jiyana xwe ji dest dan 4 jê li navenda Wanê, 10 kes jî li navçeya Şaxê hatin veşartin. Kesên din jî, li bendê ye ku îro li goristanên cuda tên veşartin. Li gel vê yekê li gelek deveran şîn hatin danîn.   Di heman demê de, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û kesên bi wan re duh hatin bajêr û birîndarên li nexweşxaneyan ziyaret kirin. Îro jî Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz hat bajêr. Salîha wê li navenda bajêr û navçeya Şaxê, biçe sersaxiya malbatên xizmên xwe di aşûtê de winda kirine.