Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-02-07 12:27:53   STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, ji bo biçin Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatan herî dawî di 5’ê Hezîranê û 12'yê Tebaxa 2019'an de, hevdîtin bi xizmên xwe re kiribûn. Malabat ji 12’ê Tebaxa 2019’an û vir ve serlêdan dikin, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.