Meclîsên Jinan: Divê tu jin xwe tenê hîs neke 2020-02-07 09:04:29   STENBOL - Meclîsên Jinan wê bi şîara ‘em ê kuştinên jinan rawestînin’ di 9'ê Sibatê de li Beşîktaşê bên cem hev.   Meclîsên Jinan di 9’ê Sibatê de li Beşîktaşê li Navenda Çanda Mustafa Kemal saet di 13.00’an de wê bên cem hev. Ji gelek bajaran wê jin tevlî bibin û di heman demê de li Stenbolê li 16 nokteyên cuda wê serwîs rabin.Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm der barê mijarê de axivî.   Fîdanê destnîşan kir ku wê ji her çar alî Tirkiyeyê jin li Stenbolê bên cem hev û got li hemû bajaran wesayît amade kirine û her wiha ji gelek nokteyên Stenbolê jî wê otobus rabin û got: “Me hewl da em hemû xebatên xwe temam bikin. Ligel vê em hîna jî vexwendî û bangên xwe berdewam dikin. Ji bo vexwendiyên me bigihêjin her derê em hewl didin. Ji ber vê divê her jinek xwe wek bangewaz bibînin.”   ‘Divê em ji bo rawestandina kuştina jinan biaxivin’   Fîdanê her wiha anî ziman ku ev hevdîtina di alî têkoşîna ku bi salan tê meşandin de gelek girînge û got: “Em hedef dikin ku bi hemû jinan re bên cem hev.Di 9’ê Sibatê de wê gelek jinên hev nas nekirine cara yekem hev bibînin. Em bên cem hev û fikrên xwe bikin ye. Em li ser pêşîgirtina kuştinên jinan nîqaş bikin. Di vî alî de Meclîsa Jinan a Tirkiyeyê meclîsa hemû jinan e.”   ‘Em jî li van bajaran dijîn’   Fîdanê di berdewamiyê de da zanîn ku wê der barê gelek mijaran de xebatan bimeşînin û got: “Emê lis er Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 biaxivin. Em bûn wesîleya derketina giştînameyan. Xalên ku em rexne dikin, wê li ser nîqaş bê kirin û em li ser beralîkirina wê biaxivin. Emê van hemûyan biaxivin. Em ê li ser rêxistinbûna li 81 bajarî biaxivin. Em ê têkoşîna li dijî zayendperestiyê biaxivin. Em ê meclîsên jinên zanîngehan, jinên ciwan yên zanîngehan biaxivin. Ne tenê jin, wê malbatên jinên hatine qetil kirin jî wê rojê li wir bin. Wê ji kampusan ji lîseyan wê rojê jin li wir bin. Ji aliyên cuda jin wê rojê li wir bin. Em ê fikr û nêrînên wan bigirin. Em ê 9’ê sibatê de li Navenda Çanda Mustafa Kemal saet di 13.00’an de amade bin. Em hemû jinan dipên hevdîtinê.”