'Gelek kar û xebat ji bo serkeftina 4'emîn Mîhrîcana Mîtanê hat kirin' 2020-02-07 09:03:08   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Endama Komîteya Amadekar, Rûmet Beko qala Mîhrîcana Mîtan kir û da zanîn ku Mîhrîcana Mîtan îsal bi rewşa koçberiyê û berxwedana gel dewlemendtir bû û wiha got: "Gelek kar û xebat ji bo serkeftina 4'emîn Mîhrîcana Mîtanê hat kirin."   4’emîn Mîhrîcana Mîtan a ku di nava rewşa koçberiyê de hatibû lidarxistin, careke din xeta berxwedana gelê Efrînê mezin kir. Îsal rengê Mîtan cudahiya salên borî bû. Di nava xwe de gelek mijar û çîrokên berxwedanê û koçberiya gelê Efrînê hewand û pêşkêş kir. Di derbarê nirxandina kar û xebata 4’emîn mîhrîcana Mîtanê de Endama Komîteya Amadekariyê Rûmet Beko nirxandin kir.   'Şanogerên Efrînê xwestin bi Mîhrîcana Mîtanê rewşa koçberiyê raxin pêş çavan'   Di destpêka axaftina xwe de Rûmetê qala yekemîn car lidarxistina Mîhrîcana Mîtan a li Şehbayê kir û got: "Em wek şanogerên Efrînê cara yekem şanoyên xwe li derveyî şanogeha Efrînê li dar dixin. Bi xwe ev yek hem xemgîniyekê hem jî cihê moralê ye ku di rewşa koçberiyê de careke din Mîhrîcana Mîtan hinek rastî derxist pêş. Em şanoger li hev civiyan û me got em dikarin Mîhrîcana Mîtan li dar bixin. Me gelek xebat ji bo serkeftina Mîtan kir. Her wiha şanogerên Efrînê xwestin bi Mîhrîcana Mîtanê rewşa koçberiyê raxin pêş çavan"   'Rengê Mîhrîcana Mîtan a îsal cudahiya salên borî bû'   Di nava gotinên xwe de Rûmetê teqez kir ku rengê Mîtana îsal li Şehbayê cuda bû û wiha pê de çû: "Her sal Mîhrîcana Mîtan bi rengê cuda dihat pêşkêşkirin, lê îsal rengdayîna wê ji aliyê mijar, derhêner, nivîskar û şanogeran ve cuda bû. Di Mîhrîcana Mîtana îsal de komîteya nirxandinê tune bû ji ber ku armanca me ne kîjan şano bi serkeve, armanca me ew bû ku Mîhrîcana Mîtan bi giştî di bin konên koçberiyê de bi ser keve bû. Em wek şanoger her hêviya me ew e ku 5’emîn Mîhrîcana Mîtan li şanogeha Efrînê were lidarxistin."   'Îsal Mîrîcana Mîtan bi rewşa koçberiyê û berxwedana gel dewlementir bû'   Rûmetê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mijarên ku li Mîhrîcana Mîtanê hatine pêşkêşkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mîhrîcana Mîtan bi karnavalekê dest pê kir. Hemû şanoger bi cilên xwe yên şanogertiyê tevlî meşa karnevalê bûn. Mîhrîcana Mîtan 10 rojan li ber xwe da. Rojane şanoyek bi rengekî cuda ji gel re dihat pêşkêşkirin, di aliyê perwerdekirin, henekbûn û hişyarkirina gel, heta astekê Mîhrîcana Mîtan xwe gihand hemû aliyê jiyanê. Me xwest di Mîhrîcana Mîtan a ya îsal de girêdanekê bi rewşa gelê Efrînê, koçberiyê û berxwedanê girê bidin. Li gor me dewlemend derbas bû."