Têkoşîna şêniyên Serêkaniyê didome 2020-02-06 15:19:12   HESEKÊ - Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û ya Navçeya Til temirê ji bo şêniyên kampa Waşokanî şahiyek li dar xistin.   Di 9’ê Cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî herêmên Bakûr û rojhilatê Sûriyê kirin, di encamê de bi hezaran sivîl ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Rêvberiya Xweser di 21’ê Cotmehê de ji bo bicihkirina koçberan Kampa Waşokanî da avakirin.   Îro Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê û ya Navçeya Til temirê, bi armanca ku moral bidin şêniyên Kampa Waşokanî şahiyek li dar xistin. Di şahiyê de endam û rêvberên Kongreya Star, saziyên civaka sivîl û helbestvan Ferhad Mêrdê tevlî şahiyê bûn.   Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê  Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Efaf Hesekê axivî û wiha got: "Em berxwedana gelê Serêkaniyê silav dikin.  Îro ji bo ku em moral bidin şêniyên Serkêkaniyê ku berxwedana wan  di kampa Waşokanî de dewam dike me şahiyek li dar xist ."   Efafê balkişand ser pilanên dijmin ku bi rêya êrîşan hewl dide çanda gelan tune bike û wiha pê de çû: "Êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi armanca qirkirina gelan tên kirin, her wiha êrîş li ser çand û hebûna gelan hate kirin. Bi berxwedan û têkoşînê em ê rê nedin helandina çanda xwe ya resen."   Paşê koma Kulîlkên Kurdistanê, bi stranan şahî geş kir.  Her wiha ji aliyê Helbestvan Ferhad Merdê li ser Serêkaniyê û berxwedana gelên wê helbestek jî hat xwendin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.