Li Hesekê li ser Nexweşiya Pençeşêra Memikan semîner hat dayîn 2020-02-06 15:01:29   HESEKE - Şaxa Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ya Hesekê û Heyva Sor a Kurdî semînerek li ser nexweşiya Penceşêra Memikan da.   Li Hesekê derbarê nexweşiya penceşêra memikan û malzarokê û çawaniya parastina ji nexweşiyê, Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şaxê Hesekê û Heyva Sor a Kurdî semînerek organîze kir. Semîner bi amadebûna endamên Kongreya Star û bi tevlîbûna bi dehan jinên bajarê Hesekê li hola Tevgera Civaka Demokratîk a bajarê Hesekê hate dayîn.   Semîner ji aliyê Bijîşka beşa jinê Kelthûm Etiya ve hate dayîn. Kelthûm sedem û cûreyên nexweşiya penceşêrê ya memikan û malzarokê bi bîr xist û wiha domand: "Nexweşiya penceşêra sedema wê sereke HPV ye, gava jin bi vîrûsa HPV dikeve, di wê demê mirov derbasî pergala laşparastinê dibe, lê ev vîrûs bi salane heye ku heya mirov jê xelas dibe."   Kelthûm bal kişand ser keşifkirina bi lez a ji penceşêrê û wiha got: "Di her 6 heyvan de pêwist e jin serdana cihên tendirustîyê bike û ji bo nexweşiya penceşêrê keşif zû çêbibe baldar be, ji ber ku ev nexweşî çiqas mirov zû hîs bike, wê mirov bikaribe xwe jê xelas bike."    Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.