Kongreya Star ji bo komploya navneteweyî semîner da 2020-02-06 14:49:36   KOBANÊ - Bi boneya salvegera komploya navnetewî a ku li ser Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin, Kongreya Star li Kobanê semîner da.    Bi pêşentiya Kongreya Star a kobanê, bi armanca komploya navnetewî a ku li dijî Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan pêk hat, semîner hat dayin. Semînera ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê ku jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin, ji aliyê Komîtya Jineolojiyê ve li taxa Botan Xerbî hat dayîn. Semînera ku ji aliyê Berdevka Komîteya Jinolojî  Ferzê Mele Xelîl hat bi rêve birin, ji gelek sazî û dezgehên civakî jin tevli semînerê bûn.   Di semînerê de komploya navnetewî  ya li dijî Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan, hat şermezarkirin.  Armanca komployê, qirkirina Gelê Kurd, hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve di semînerê de hatin nîqaşkirin.    Piştî axaftina dayikên ku rêbertî re mane semîner bi pirs û bersivan hat bidawîkirin.